Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 59 - Kurmanji Încîl


Guneh û mikûrhatin

1 Va ye, destê Xudan ne kin e ne ku rizgar neke, Guhê wî ne giran e ku nebihîze.

2 Ya ku hûn ji Xwedayê we veqetandin, Neheqiyên we ne. Gunehên we rûyê wî ji we veşart Ku ew nebihîze.

3 Çimkî destên we bi xwînê, Tiliyên we bi neheqiyê qirêj bûn. Lêvên we derew kirin, Zimanê we pistepista xerabiyê dike.

4 Kesê doza rast dike, Kesê ji bo edaletê diçe dîwanê nemaye. Ew bi valahiyê ewle ne û derewan dikin, Ew bi derdên kesên din avis in û xerabiyê tînin.

5 Ew ji hêkên koremaran têjikan dertînin, Konikê pîrê dihonin. Kesên ji hêkên wan dixwin, dimirin, Ji hêka ku dişikê têjikê tîremar derdikeve.

6 Ji konikên wan cil dernakeve, Ya ku çêdikin mirov nanixême. Karên wan xerabî ne, Kirinên wan ên zordarî di destê wan de tên dîtin.

7 Lingên wan ber bi xerabiyê ve dibezin, Ber bi rijandina xwîna bêsûcan ve dilezînin. Fikrên wan, fikrên xerabiyê ne, Şikestin û hilweşandin li ser riya wan e.

8 Ew riya aştiyê nizanin Û li ser rêçikên wan edalet tuneye. Wan rêçikên xwe xwar kirin, Her kesê li ser wan diçe aştiyê nizane.

9 Loma edalet ji me dûr e, Rastî nagihîje me. Em li hêviya ronahiyê ne, Lê va ye tarî! Em li hêviya çirûskê ne, Lê di taristanê de dimeşin.

10 Em wekî koran bi dest û lepan li dîwaran digerin, Çawa ku kesên çavên wan tunene lêdikolin. Nava rojê çawa em di şevereşê de ne, diterpilin. Em di nav kesên hêzdar de Wekî miriyan in.

11 Em hemû wekî hirçan dikin miremir, Wekî kevokan pir dinalin. Em li hêviya edaletê ne, lê tuneye. Em li hêviya rizgariyê ne, lê ji me dûr e.

12 Çimkî serhildanên me li ber te zêde bûn, Gunehên me li dijî me şahidiyê dikin. Çimkî serhildanên me li ba me dimînin, Em bi neheqiyên xwe dizanin.

13 Me li dijî Xudan înkar û serhildan kirin, Me dev ji riya Xwedayê xwe berda. Em gotinên zordestî û asîtiyê dikin, Em bi peyvên bi hîle avis dibin.

14 Edalet zivirandin û rastî li dûrî disekine. Çimkî dilsozî li meydana bajêr terpilî, Heqî nikare bikeve hundir.

15 Erê dilsozî kêm bû, Kesê dev ji xerabiyê berdide tê şelandin. Xudan dît û nebûna edaletê di çavê wî de xerab hat.


Wê Xwedê gelê xwe rizgar bike

16 Wî dît ku kes tuneye, Ew şaş û metel ma ku navberkarekî tunebû. Loma wî bi zendê xwe rizgarî anî, Rastiya wî jê re bû piştgirî.

17 Wî edaletê wekî zirx li xwe kir Û kumzirxê rizgariyê kir serê xwe. Wî cilê tolstandinê wekî cilûberg li xwe kir Û xîretê wekî xiftan li xwe pêça.

18 Li gorî karên wan wê bergîdan bide her kesan. Wê xezeb para dijminên wî, Ceza para neyarên wî bikeve. Wê bergîdana kesên keviyên deryayan jî bide.

19 Wê kesên rojava ji navê Xudan, Kesên rojhilat jî, ji rûmeta wî bitirsin. Çimkî wekî avên geliyê teng, wê zû were, Wekî avên ku hilma Xudan ew dajo.

20 “Wê rizgarkar were Siyonê, Wê were ba kesên Aqûb ku dev ji serhildanê berdidin.” Ev e gotina Xudan.

21 Xudan dibêje: “Peymana min a bi wan re ev e: Ruhê min ê li ser te Û gotinên min ên min xistine devê te, Wê ji niha heta herheyî Ne ji devê te, ne ji devê ziriyeta te, Ne ji devê ziriyetên ziriyeta te bikevin.” Xudan ev yek dibêje.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan