Îşaya 58 - Kurmanji ÎncîlRojiya rast 1 “Bi dengê bilind gazî bikin, Xwe nedin paş! Dengê xwe wekî boriyê bilind bikin! Ji gelê min re serhildana wî Û ji Mala Aqûb re gunehên wî bibêjin. 2 Dîsa jî her roj ew li min digerin Û dilê wan bi zanîna riyên min xweş dibin. Wekî miletekî ku rastiyê pêk aniye Û dev ji hikmên Xwedê bernedaye, Ew ji min hikmên rast dixwazin Û dilê wan bi nêzîkbûna Xwedê xweş dibin. 3 Dibêjin: ‘Em rojî digirin, Çima tu nabînî? Me canê xwe nizim kir, Çima tu pê nizanî?’ “Va ye, di roja hûn rojî digirin de, Hûn li pey kêfa xwe ne Û zorê li hemû karkerên xwe dikin. 4 Va ye, hûn bi tenê ji bo şer û pevçûnê, Bi tenê ji bo bi kulma xerabiyê lêxin rojî digirin. Bi vê rojîgirtina wekî îro, Wê li ezmanan dengê we neyê bihîstin. 5 Ma rojiya ku min hilbijart ev bû? Ma roja ku mirov canê xwe nizim dike, wiha dibe? Ma divê mirov wekî zilê, serê xwe bitewîne Û li ser çûx û xweliyê rûne? Ma ji vê re hûn dibêjin rojî Û roja ku Xudan razî dibe? 6 Ma rojiya ku min hilbijart ne ev e? Sistkirina werîsên xerabiyê, Vekirina nîran, berdana bindestan Û şikandina her cure nîran ne ev e? 7 Ma bi birçiyan re parîkirina nên, Li mala xwe hewandina bindestên bêmal, Cilûbergkirina kesên tazî ku hûn dibînin Û bi merivên xwe re alîkarîkirin ne ev e? 8 Wî çaxî wê ronahiya we wekî seherê derkeve, Hûnê zû şifayê bibînin. Wê rastiya we li pêşiya we here, Wê rûmeta Xudan parêzvanê li pey we be. 9 Wî çaxî gava hûn bikin gazî, Wê Xudan bersiva we bide. Hûnê bikin hewar Û wê bêje: ‘Va me ez!’ “Heke hûn nîr, Nîşandana tiliya xwe Û gotina xerab ji nava xwe rakin, 10 Heke hûn bidin kesên birçî Û canê bindestan têr bikin, Wî çaxî wê ronahiya we ji nav tariyê derkeve, Wê taristana we bibe wekî tava danê nîvro. 11 Wê Xudan hergav rê nîşanî we bide, Li erdên ziwa canê we têr bike, Hestiyên we asê bike Û hûnê bibin wekî bexçeyeke avî, Hûnê bibin wekî kaniyeke ku ava wê naçike. 12 “Wê kesê ji te, wêraneyên kevin ava bike, Tê li ser bingeha nifşan bilind bikî. Wê ji bo te: ‘Dagirtiyê qelîştokên dîwêr, Avakarê kuçeyên ku niştecih tê de rûnin’ bê gotin. 13 “Heke tu Roja Septê binpê Û di roja min a pîroz de daxwaza dilê xwe nekî, Heke tu ji Roja Septê re: ‘Xweş e’ Û ji roja Xudan a pîroz re: ‘Birûmet e’ bêjî, Heke tu rûmetê bidî wê rojê, di riya xwe de nemeşî, Nedî pey daxwaza dilê xwe û gotinên vala nekî, 14 Wê gavê wê dilê te bi Xudan xweş be, Ezê te derxim derên bilind ên dinyayê. Ezê mîrasa Aqûbê bavkalê te Bi te bidim xwarin.” Çimkî devê Xudan wiha gotiye. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey