Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 57 - Kurmanji Încîl


Gelê bêwefa

1 Zilamê rast tune dibe, Lê kesek naxe dilê xwe. Mirovên dilsoz ji vê dinyayê têne standin Lê kesek fêm nake. Çimkî mirovê rast yê ku ji vê dinyayê tê standin Ji xerabiyê rizgar dibe

2 Û dikeve nava aştiyê. Kesên di riya heqiyê de meşiyane, Di gora xwe de jî wê rihet razên.

3 Lê hûn, kurên jina sêrbaz, Ziriyeta zinakar û fahîşeyan, Nêzîkî vir bibin!

4 Hûn tinazên xwe bi kê dikin? Hûn li dijî kê devê xwe vedikin Û zimanê xwe derdixin? Ma hûn ne zarokên serhildêran Û ziriyeta derewan in?

5 Ma hûn di nav darberûyan de, Di bin her dara şîn de fahl nabin. Di geliyan de, di bin qelîştokên zinaran de Zarokên xwe nakin qurban?

6 Para te ji nav pûtên ji kevirên pehn ên gelî ye, Erê, ew nesîbê te ye! Te pêşkêşiya rijandinê ji wan re rêt, Pêşkêşiya dexlê anî, Ma ez wan efû bikim?

7 Te nivîna xwe li ser çiyayekî mezin û bilind danî, Ji bo serjêkirina qurbanê tu hilkişiyayî wê derê jî.

8 Te nîşana xwe danî pişt derî û kêleka deriyan, Te dev ji min berda û nivîna xwe vekir, Tu berjor bûyî û te nivîna xwe fireh kir. Te ji bo xwe bi wan re bazarî kir. Te ji nivîna wan hez kir. Te tazîbûna wan dît.

9 Tu bi rûnên bêhnxweş çûyî ba Molekê îlah Û te bêhnên xwe zêde kirin, Te qasidên xwe şandin derên dûr, Te heta diyarê miriyan xwe nizim kir.

10 Tu bi riyên dirêj westiyayî, Lê te negot: “Pûç e.” Te hêza xwe teze kir, Loma tu qels nebûyî.

11 Ma tu ji kê tirsiyayî û ketî nava mitalan Ku tu derewan dikî? Ma tu çawa min bi bîr nayînî Û vê yekê naxî dilê xwe? Gelo ji ber ku ez demeke dirêj hiş bûm, Tu ji min natirsî?

12 Ezê rastî û karên te bînim ber çavên xwe, Lê wê bi kêrî te neyên.

13 Gava te kir hewar, Pûtên te dane hev, bila te rizgar bikin. Wê ba wan hemûyan hilîne, Wê hilmek wan bi xwe re bibe. Lê kesê xwe dispêre min, Wê welat ji xwe re bike milk Û çiyayê min ê pîroz mîras bistîne.


Soza Xudan a şifayê

14 Xudan dibêje: “Axê kom bikin, axê kom bikin, rê amade bikin, Astengan ji ser riya gelê min rakin.”

15 Çimkî Yê berz û bilind, yê ku her û her heye û navê wî pîroz e, wiha dibêje: “Ez hem li dera bilind û pîroz rûdinim Û hem jî bi kesên şikestî û nefsbiçûk re me. Ez ruhê nefsbiçûkan Û dilşikestiyan nû bikim.

16 Çimkî ez her û her nabim dozdar Û ez hergav hêrs nabim. Yan na kesên min can û ruhên wan afirandine, Wê xwe li ber min ranegirin.

17 Ez ji ber qezenca neheq a wan hêrs bûm, Min li wan xist, rûyê xwe nixamt û ez hêrs bûm. Lê dîsa serhişkî kirin û dane ser riya xwe.

18 “Min riyên wan dîtin, lê ezê şifayê bidim wan. Ezê rêberiya wan bikim. Ezê bi teseliyê bergîdana wan bidim, Kesên ji wan şînê dikin jî ezê teselî bikim.

19 Yê ku fêkiyê lêvan diafirîne ez im.” Xudan dibêje: “Aştî li ser yê ku dûr e Û aştî li ser yê ku nêzîk e. Ezê şifayê bidim hemûyan.”

20 Lê xerab wekî deryayê ne ku diçeliqe û nasekine. Ava wê herî û pîsiyê davêje derve.

21 Xwedayê min dibêje: “Aştî ji xeraban re tuneye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan