Îşaya 56 - Kurmanji ÎncîlXwedê gelan qebûl dike 1 Xudan wiha dibêje: “Heqiyê biparêzin û edaletê pêk bînin. Çimkî rizgarkirina min nêzîk e Û wê edaleta min xuya be. 2 Xwezî bi wî mirovî Ku vê yekê pêk tîne û qewîn pê digire. Xwezî kurê mirovan yê ku Roja Septê digire, Mirdar nake û xwe ji her cure xerabiyê dûr dixe.” 3 Bila her xerîbê ku xwe bi Xudan ve girê daye, nebêje: “Wê Xudan esse min ji gelê xwe veqetîne.” Bila tu nemêr jî nebêje: “Ez dareke hişk im.” 4 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Ji nemêrên rojên min ên Septê digirin, Tiştên ku dilê min jê xweş in hildibijêrin Û qewîn bi peymana min digirin re 5 Ezê wan li mala xwe, Di nav dîwarên xwe de, Nav û cihekî bîranînê bidim wan Ku ji ya kur û keçan çêtir in. Ezê navekî herheyî bidim wan ku nayê avêtin. 6 “Xerîbên ku xwe bi Xudan ve girê dabûn Ku jê re xizmetê bikin, Ji navê Xudan hez bikin Û bibin xulamên wî, Erê, her xerîbê Roja Septê digire, mirdar nake Û bi peymana min qewîn digire, 7 Ezê wan bînim çiyayê xwe yê pîroz Û li mala xwe ya duayê şa bikim. Wê qurbanên wan ên şewitandinê û qurbanên wan ên din Li ser gorîgeha min bên qebûlkirin. Çimkî wê ji mala min re, Mala duayê bê gotin Ku ji bo hemû miletan e.” 8 Gotina Reb Xudan ê ku sirgûnên Îsraêl dicivîne, ev e: “Ji xeynî kesên êdî civiyane, Ezê kesên din jî bi ser wan de bicivînim.” Dadbarkirina serekên xerab 9 Ya hemû heywanên çolê, Ya hemû heywanên daristanan werin bixwin! 10 Nobedarên Îsraêl kor in, Hemû nezan in. Wekî seyên bêziman in, Hemû nikarin biewtin. Radizin û xewnan dibînin Ji xewê hez dikin! 11 Rast e, ev se têrnexwar in, Nizanin têrbûn çi ye. Ew şivanên nezan in. Gava her kesî qezenc kir, Hemûyan da ser riya xwe. 12 Ew dibêjin: “Werin em şerabê bînin Û têra xwe meyê vexwin. Wê sibê jî wekî îro be Û wê gelekî zêdetir be.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey