Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 54 - Kurmanji Încîl


Rizgarbûna Orşelîmê

1 “Ya jina kordunde, ji kêfê biqîre! Ya ku zarok neanîn! Ya ku êşa zarokanînê nekişand, Bi şahî û bi dengê bilind biqîre! Çimkî wê kurên jina wêranbûyî, Ji kurên jina bi mêr pirtir bin” dibêje Xudan.

2 “Cihê konê xwe fireh bike, Bila perdeyên konên te bên ragirtin. Xwe nede paş. Qeytanên xwe dirêj bike, Singên xwe qewîn bike.

3 Çimkî tê bi milê çep û rastê ve berfireh bibî. Wê ziriyeta te miletan ji xwe re bike milk Û li bajarên ku wêran bûye, rûne.

4 “Netirse, tê şermezar nebî! Şerm neke, tê rûreş nebî! Çimkî tê şerma ciwaniya xwe ji bîr bikî Û riswatiya jinebîbûna xwe careke din bi bîr neyînî.

5 Çimkî mêrê te Afirînerê te ye, Navê wî Xudanê Karîndar e. Rizgarkarê te Pîrozê Îsraêl e, Ewê ku jê re tê gotin, Xwedayê tevahiya dinyayê.

6 Çimkî Xudan, wekî jina berdayî û dilêş, Wekî jina di ciwaniyê de zewicî lê hat redkirin, Gazî te kir” Xwedayê te dibêje.

7 “Min ji bo demeke kurt tu berdayî, Lê ezê te bi rehma mezin bicivînim.

8 Min bi lehiya xezebê Ji bo demeke kurt rûyê xwe ji te veşart, Lê ezê bi dilovaniya herheyî li te werim rehmê” dibêje Rizgarkarê te Xudan.

9 “Çimkî ji bo min, ev wekî tofana Nûh e. Çawa ku min sond xwar ku Wê tofana Nûh careke din li ser dinyayê ranebe, Min sond xwar ku Ezê li dijî te hêrs nebim, Ezê careke din erzê te neşikênim.

10 Dibe ku çiya ji cihê xwe rabin Gir jî bihejin. Lê wê dilovaniya min ji ser te ranebe, Peymana min a aştiyê naheje” Xudanê ku li te tê rehmê dibêje.

11 Bindesto! Bajarê ku bi ber bahozê ketiye Û teselî nedîtiye! Ezê bi xerca rengxweş kevirên te bi cih bikim, Ezê bi kevirên lapîs bingehên te deynim.

12 Ezê bi aqûtan bircên te, Bi cewherên sor dergehên te Û bi kevirên hêja sûrên te çêkim.

13 Wê hemû kurên te şagirtên Xudan bin, Wê aştiya kurên te gelek be.

14 Tê bi edaletê xurt, Ji zordestiyê dûr bî. Tê qet netirsî. Wê helakbûn ji te dûr be, Wê qet nêzîkî te nebe.

15 Va ye, heke kesekî êrîş dike hebe, Ew ne ji aliyê min e. Her kesê êrîşê te bike, Wê ji ber te têk here.

16 “Va ye, hosteyê ku pif dike agirê komirê Û li gorî karê xwe çekan çêdike, min afirand. Kesê xera û helak dike jî min afirand.

17 Tu çekeke ku li dijî te bê çêkirin Wê bi kêr neyê. Hemû zimanê ku di dadbarkirinê de li dijî te rabe Tê sûcdar derînî. Ev e mîrasa kesên ji Xudan re xulamiyê dikin, Rûspîtiya wan ji min e.” Ev e gotina Xudan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan