Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 53 - Kurmanji Încîl

1 Kê baweriya xwe bi xebera me anî? Zendê Xudan ji kê re xuya bû?

2 Ew li hizûra wî wekî şaxekî teze, Wekî koka li axa ziwa mezin bû. Ne bedewiya wî, ne jî rewnaqiya wî hebû Ku em lê binêrin. Di dîtina wî de tiştekî dilê me herê tunebû.

3 Ji aliyê mirovan ve Ew hat kêmkirin û redkirin. Mirovê êş û eleman bû, Nexweşî nas kirin. Wekî zilamê ku mirov rûyê xwe jê vedişêrin, Ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî.

4 Bi rastî wî nexweşiyên me hildan, Êş û elemên me hilgirtin. Lê me hesab kir bela lê hatî, Em fikirîn ku Xwedê lê xist û eziyet kir.

5 Lê ew ji ber neheqiyên me birîndar bû, Ji ber sûcên me perçiqî. Cezayê ji bo aştiya me, Bi ser wî de hat. Me bi birînên wî şifa dît.

6 Me hemûyan wekî pêz riya xwe şaş kir, Her yekî ji me ber bi riya xwe ve çû. Lê Xudan sûcê me hemûyan xist stûyê wî.

7 Tadayî û eziyet lê hat kirin, Lê wî devê xwe venekir. Wekî berxekî ku dibin serjêkirinê, Wekî miya li ber hevringkirinê bêziman e, Wî devê xwe venekir.

8 Ew bi xedarî hat dadbarkirin û birin, Di nifşê wî de kî fikirî Ku ji ber asîbûna gelê min, Ew hat lêxistin û ji diyarê zindiyan avêtin.

9 Tevî ku zordarî nekiriye Û hîle ji devê wî derneketiye, Gora wî li ba xeraban çêkirin, Di mirina xwe de li ba dewlemendan bû.

10 Lê Xudan ji perçiqandina wî razî bû, Wî xwest ew were eziyetkirin. Çimkî gava canê wî bû pêşkêşiya berdêlê, Wê ziriyeta xwe bibîne û emrê wî dirêj be. Wê armanca Xudan di destê wî de pêşve here.

11 Wê ji keda ruhê xwe Ronahiyê bibîne û têr bibe. Wê xulamê min ê rast, Gelekan bi zanîna xwe rast bike Û sûcên wan hilde ser xwe.

12 Loma ezê bi mezinan re parekê bidim wî, Wê talên bi hêzdaran re parve bike. Çimkî wî canê xwe da ber mirinê, Bi serhildêran re hat hejmartin. Lê wî gunehê gelekan hilgirt Û ji bo wan serhildêran lava kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan