Îşaya 52 - Kurmanji ÎncîlSerweriya Xwedayê me 1 Hişyar be! Hişyar be! Ya Siyon, hêza xwe li xwe bike! Ya Orşelîm, bajarê pîroz! Cilên xwe yên xweşik li xwe bike! Çimkî wê kesên qirêj û bêsinet, Êdî nekevin hundirê te. 2 Toza li ser xwe daweşîne! Ya Orşelîma êsîr rabe! Ya Siyona keça êsîr, Werîsên stûyê xwe derxe! 3 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Hûn hatine firotin, Lê hûnê bêpere bên rizgarkirin.” 4 Reb Xudan wiha dibêje: “Dema berê gelê min daket Misrê Ku li wir bi xerîbî bimînin, Aşûriyan jî bêsedem zor lê kir.” 5 Lê niha gotina Xudan ev e: “Gelê min beredayî hilanîn û birin, Ma karê min li vir çi ye? Serwerên wan dikin zarîn, Hergav, tevahiya rojê navê min tê kêmkirin.” Ev e gotina Xudan. 6 “Loma wê gelê min navê min nas bike. Loma wê rojê, wê bizanibe ku Yê ku dibêje: ‘Ez im,’ va ye ez im.” 7 Lingên mizgînvanê serê çiyê çiqas xweşik in Ku peyva aştiyê dide bihîstin, Mizgîniya qenciyê tîne Rizgariyê dide bihîstin Û ji Siyonê re dibêje: “Xwedayê te serweriyê dike!” 8 Dengek tê! Nobedarên te dengê xwe bilind dikin, Bi hev re ji kêfan diqîrin. Çimkî vegera Xudan a Siyonê Bi çavên xwe dibînin! 9 Ya wêraneyên Orşelîmê! Rabin, bi hev re ji kêfan biqîrin! Çimkî Xudan gelê xwe teselî kir, Orşelîmê rizgar kir. 10 Xudan li ber çavê hemû miletan Zendê xwe yê pîroz hilda. Hemû mirovên binê dinyayê jî Wê rizgarkirina Xwedayê me bibînin. 11 Xwe bidin alî, xwe bidin alî! Ji wê derê derkevin Û dest nedin tiştê qirêj. Ya kesên ku taximên Xudan hildigirin! Ji nav wê derê derkevin Û xwe paqij bikin. 12 Çimkî hûnê bi lez dernekevin, Hûnê bi rev neçin. Çimkî wê Xudan li pêşiya we here, Xwedayê Îsraêl wê parêzvanê li pey we be. Êşkişandin û bilindkirina xulêm 13 Va ye, wê xulamê min bi ser bikeve. Wê bê rakirin û bilindkirin, Wê gelek berz be. 14 Çawa ku gelek kes ji bo wî şaş û metel man –Çimkî dîtina wî ji ya mirovan Û dirûvê wî ji yê mirovan ewqas xera bû– 15 Wê gelek miletan şaş bike, Wê padîşah devê xwe ji ber wî bigirin. Çimkî wê ya ku ji wan re nehatiye gotin, bibînin Û ya ku nebihîstine, fêm bikin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey