Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 51 - Kurmanji Încîl


Xwedê Orşelîmê teselî dike

1 “Ya kesên li pey rastiyê diçin Û li Xudan digerin, min bibihîzin! Li zinarê ku hûn jê hatine standin û necirandin, Li cihê ku hûn jê hatine kolan binêrin.

2 Li bavkalê xwe Îbrahîm, Li Saraya ku hûn anîne dinyayê binêrin. Çimkî gava Îbrahîm û ew tenê bûn, Min gazî wî kir. Lê min ew pîroz û zêde kir.”

3 Çimkî wê Xudan Siyonê teselî bike, Wê hemû wêraneyên wê teselî bike. Wê beriya wê bike wekî Êden, Wê berî û deştên wê bike wekî Bexçeyê Xudan. Wê li wê derê kêf û şahiyê, Spasî û dengê lavijan hebe.

4 “Ya gelê min, guhdariya min bike! Netewa min, guh bide min! Çimkî wê Şerîet ji min, Edaleta min wekî ronahiyê ji bo gelan bê.

5 Rastiya min nêzîk e, Rizgariya min hate meydanê. Wê zendên min serweriya gelan bikin. Wê kesên keviyên deryayan li benda min bin Û bi zendê min hêvî bikin.

6 Li ezmanan binêrin, Li jêr, li erdê jî çavên xwe vekin. Çimkî wê ezman wekî dûyê belav bibin Û erd wekî pertalan kevin bibe. Wê şêniyên wê jî wekî mêşan bimirin. Lê wê rizgariya min herheyî be Û rastiya min neyê şikandin.

7 “Ya hûn ên bi rastiyê dizanin, Gelê ku Şerîeta min di dilê wî de ye, Min bibihîzin! Ji riswatiyên mirovan netirsin, Li ber tinazên wan neşikên.

8 Çimkî wê bizûz wan wekî cilan Û kurm wan wekî hiriyê bixwin. Lê wê rastiya min herheyî be, Rizgariya min ji bo hemû nifşan bimîne.”

9 Hişyar be! Hişyar be! Ya zendê Xudan, hêzê li xwe bike! Wekî rojên qedîm, Wekî dema nifşên berê hişyar be! Ma yê ku Rahavê perçe kir Û cinawirê deryayê birîndar kir ne tu bûyî?

10 Ma yê ku deryayê, avên deryayê kûr û ziwa kir, Yê ku binê deryayê kir rê Ku kesên rizgar bûne derbas bibin, ne tu yî?

11 Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin Û bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê Û wê nalîn û keder bireve û here.

12 “Ez im, yê ku we teselî dike ez im. Loma çima tu ji mirovê ku wê bimire, Ji kurê mirovan ê ku wê bibe wekî giyê, ditirsî.

13 Xudanê Afirînerê te ezmanan tikandiye Û bingeha dinyayê daniye, te ji bîr kir. Her roj, erê hergav Tu ji ber xezeba zordar ditirsî Ku ji bo wêrankirinê xwe amade dike ditirsî. Lê ka xezeba zordar li ku ye?

14 Wê kesê eziyetbûyî zû bê berdan. Wê nemire, wê danekeve çalê, Wê bênan nemîne.

15 Çimkî Xwedayê te Xudan ez im, Ez deryayê li hev didim ku pêlên wê bikin xuşîn.” Navê wî Xudanê Karîndar e.

16 “Min peyvên xwe kirin devê te Û tu di bin siya destê xwe de nixamtî. Min ezman bicih kirin, Min bingeha dinyayê danî Û ez ji Siyonê re jî dibêjim: ‘Tu gelê min î.’”


Kasa xezeba Xudan

17 Rabe! Rabe! Ya Orşelîm, rabe ser lingan! Te ji destê Xudan, Ji kasa xezebê ya wî vexwar. Te şerbika sersemiyê heta ritama wê vexwar û qedand.

18 Di nav hemû kurên ku Orşelîm aniye dinyayê de, Kesê rê nîşanî wê bide tuneye. Di nav hemû kurên ku wê mezin kiriye de, Kesê bi destê wê bigire tuneye.

19 Ev du tişt hatin serê te, Ka wê kî ji bo te şînê bike? Şikestin û hilweşandin, xela û şûr hatin, Ka ez çawa te teselî bikim?

20 Kurên te ji hiş çûne. Ew wekî xezalên dafikan, Li ser serê her kuçeyan ketine. Bi xezeba Xudan, Bi erzşikandina Xwedayê te têr bûne.

21 Loma ya bindesto, bibihîze! Ya serxweşo, lê ne serxweşê şerabê!

22 Rebê te Xudan, Xwedayê te ku li doza gelê xwe dinêre wiha dibêje: “Va ye min kasa sersemiyê ji destê te stand, Tê êdî ji şerbika xezeba min venexwî.

23 Ezê wê bidim destê zordarên te. Kesên ji te re got: ‘Xwar bibe, emê pê li te bikin û derbas bin’ Û te pişta xwe kir wekî axê, Kir wekî rê ku ew derbas bibin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan