Îşaya 50 - Kurmanji ÎncîlGunehê gelê Îsraêl 1 Xudan wiha dibêje: “Ka ew nivîsa jinberdanê? Ka yê ku min diya we pê berda? Min hûn firotin kîjan deyndarê xwe? Va ye hûn ji ber xerabiyên xwe hatin firotin, Ji ber serhildanên we diya we hat berdan. 2 Gava ez hatim çima kes tunebû? Çaxê min gazî kir, çima kesî bersiva min neda? Ma destê min ewqas kurt e Ku ez we xilas nekim? An hêza min tunebû Ku ez we rizgar nekim? Ez bi erzşikandina xwe deryayê ziwa dikim, Ez çeman dikim berî. Masiyên wan ji bêaviyê, Ji tîbûnê dimirin û bêhn didin. 3 Ez cilên reş li ezmanan dikim Û cilûbergên wan dikim çûx.” Guhdana xulêm 4 Reb Xudan zimanê şagirtan da min Ku ez bizanibim bi peyva xwe Ji zilamê westa re bibim alîkar. Her sibe min hişyar dike, Ew guhê min hişyar dike Ku ez wekî şagirtan guhdarî bikim. 5 Reb Xudan guhê min vekir Û ez nebûm serhildêr. Min xwe neda alî. 6 Min pişta xwe da kesên ku li min xistin. Min rûçikê xwe da ber kesên ku rih kişandin, Min rûyê xwe ji şermê û tûkirinê veneşart. 7 Çimkî Reb Xudan alîkariya min dike, Loma ez rezîl nebûm. Loma ez ji biryara xwe nadim alî Û ez dizanim ku ezê neyêm şermezarkirin. 8 Yê ku min mafdar dertîne nêzîk e. Ma kî ji min dozdar e? Bila were em rûbirû bibin. Kî ye dozê li min vedike? Bila derkeve pêşberî min. 9 Va ye, wê Reb Xudan ji min re bibe alîkar, Ma ew kî ye ku min sûcdar dertîne? Va ye, wê hemû wekî cilan bibin pertal, Wê bizûz wan bixwe û biqedîne. 10 Kî di nav we de ji Xudan ditirse Û guhdariya dengê xulamê wî dike? Kesê ku di tariyê de diçe û ronahiya wî tuneye, Bila bi navê Xudan ewle be û xwe bispêre Xudan. 11 Lê hûn kesên ku êgir pêdixin Û bi çirûskan xwe radipêçin, Hûn hemû, di nav pêta agirê xwe de Û di nav çirûskên ku we pêxistine de bimeşin! Ya ku wê ji bo we ji destê min tê ev e: Hûnê di nav ezebê de razên. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey