Îşaya 5 - Kurmanji ÎncîlStrana rezan 1 Ez ji bo rezê evîndarê xwe, Strana evîndarê xwe bêjim: Li girekî axa wî berdar, Rezekî evîndarê min hebû. 2 Wî rez kola û kevir derxistin. Mêwên bijare lê çandin Û li navê bircek ava kir. Di hundirê wê de mehserek jî kola. Ew li bendê ma ku rez tirî bide, Lê rez tiriyê bejî da. 3 Ew dibêje: “Ya şêniyên Orşelîmê û gelê Cihûdayê, ez ji we lava dikim, di navbera min û rezê min de dadgeriyê bikin. 4 Hê jî tiştekî ku ji bo rezê xwe bikim maye? Qey min her tiştî nekiriye? Ez li bendê bûm tirî bide min, lê çima tiriyê bejî da? 5 Niha tişta ku ezê bi rezê xwe bikim ez ji we re bêjim. Ezê sinca wî rakim. Wê wî bixwin û biqedînin. Ezê dîwarên wî hilweşînim. Wê di bin lingan de biperçiqînin. 6 Ezê wî wêran bikim, wê neyê kesaxtin û tevrikirin. Wê devî û dirî tê de derkevin. Ezê emir li ewran bikim ku baranê li ser nebarîne.” 7 Rezê Xudanê Karîndar Mala Îsraêl e, Şaxê ew pê dilşa ye, Gelê wî Cihûda ye. Heqî bû hêviya wî, Lê wî dît qetilxwînî. Edalet bû hêviya wî, Lê tenê ma hewarî. Xerabiyên gelê Îsraêl 8 Wey li wan kesan ku heta cih namîne zeviyan li zeviyên xwe, Xaniyan li xaniyên xwe zêde dikin. Êdî tenê hûn di nav vî welatî de rûdinin. 9 Xudanê Karîndar di guhê min de sond dixwe û dibêje: “Wê esse gelek mal wêran bin, Wê gelek malên mezin û xweşik hebin, Lê wê kesek tê de tunebe. 10 Çimkî wê rezekî deh cotan, tenê batekî şerabê bide, Wê homerek tov, tenê efayekê bide.” 11 Wey li wan kesan ku serê sibê zû radibin Û didin pey meyê. Ew derengê şevê jî şerabê vedixwin Heta ku li hev sor dibin. 12 Di ziyafetên wan de, Çeng û tembûr, def û bilûr tê lêxistin, Şerab tê vexwarin. Lê ew bala xwe nadin karên Xudan, Li kirinên destê wî nanêrin. 13 Gelê min ji ber nezaniyê wê sirgûn bibe. Zilamên wan ên rûmetdar wê ji birçîbûnê bimirin, Gelê wan ji tîbûnê ziwa bibe. 14 Loma diyarê miriyan gewriya xwe fireh kir, Devê xwe bêpîvan vekir. Gava giregir û kesên ji rêzê yên Orşelîmê Bi heytehol û xirecireke mezin şa dibin, wê bikevin wir. 15 Wê mirov bên tewandin. Herkes nizim bibe. Çavên qureyan jî bên nizimkirin. 16 Lê wê Xudanê Karîndar, Bi heqiyê berz bibe. Wê Xwedayê Pîroz bi edaletê, Pîroziya xwe nîşan bide. 17 Wê berx li mêrgên xwe biçêrin, Wê xerîb li derên wêran ên qelewan bixwin. 18 Wey li wan kesan ku xerabiyê bi benên ji derewan Û guneh bi werîsê erebeyan dikişînin. 19 Ew dibêjin: “Bila ew bilezîne, karê xwe zû biqedîne ku em bibînin. Bila pîlana Pîrozê Îsraêl nêzîk bibe û were ku em bibînin.” 20 Wey li wan kesan ku ji ya xerab re qenc, Ji ya qenc re xerab dibêjin. Tariyê dikin şûna ronahiyê, Ronahiyê dikin şûna tariyê. Tehl dikin şûna şîrîn, Şîrîn dikin şûna tehl. 21 Wey li wan kesan ku xwe Di çavê xwe de şehreza dibînin û fêmdar dihesibînin. 22 Wey li wan kesan ku di vexwarina şerabê de xurt in, Di tevlihevkirina meyê de jêhatî ne. 23 Bi bertîlê xeraban mafdar dertînin, Mafên mafdaran ji destê wan distînin. 24 Loma çawa ku agir pûş dixwe, Çawa ku giyayê ziwa di nav pêta êgir de jinişkave dikeve, Wê koka wan birize, Kulîlkên wan wek tozê berhewa bibin. Çimkî wan dev ji Şerîeta Xudanê Karîndar berda, Gotinên Pîrozê Îsraêl kêm dît. 25 Loma hêrsa Xudan li dijî gelê wî rabû. Wî destê xwe dirêj kir û li wan xist. Çiya lerizin û cendek wekî zibil, Di nav kuçeyan de man. Lê dîsa jî hêrsa Xudan daneket, Destê wî li dijî wan dirêjkirî ma. 26 Xudan wê ji bo miletên dûr alekê biçikîne Ji bo ku ji binê dinyayê gazî wan bike, bifîkîne. Wê zûka, bi lez û bez werin. 27 Wê di nav wan de kesên westa û terpilî, Xilmaş û xewar tunebin. Wê piştênka nava wan sist nebe Û benê çaroxên wan neqete. 28 Tîrên wan tûj in, Kevanên wan hergav tikandî ne. Simên hespên wan wekî kevirê hesteyê ne, Tekelên erebeyên wan wekî bahozê ne. 29 Qîrîna wan wekî himîna şêremê ye, Wekî şêrên ciwan dikin himîn. Digurmijin û nêçîra xwe digirin û dibin. Kes xwe ji lepên wan rizgar nake. 30 Wê rojê wê li dijî wan wekî pêlên deryayê bikin xuşînî. Kesê li welêt binêre Wê tenê tarîtî û tengasiyê bibîne. Wê ronahî bi ewrên tarî bê nixamtin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey