Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 49 - Kurmanji Încîl


Peywira xulamê Xudan

1 Ya kesên keviyên deryayan, min bibihîzin! Ya neteweyên dûr, guhdarî bikin! Gava ez di zik de me, Xudan gazî min kir. Gava ez di zikê dayika xwe de bûm, navê min danî.

2 Wî devê min kir wekî şûrê tûj, Di siya destê xwe de ez veşartim. Wî ez kirim tîrekî biriqandî, Wî di tîrdanka xwe de ez veşartim.

3 Wî ji min re got: “Îsraêlo, tu xulamê min î, Ezê bi te rewnaqiya xwe diyar bikim.”

4 Lê min got: “Ez beredayî ji kedê qels bûm, Min hêza xwe pûç û vala telef kir. Lê heqê min li ba Xudan e Û xelata min li ba Xwedayê min e.”

5 Niha Xudan dibêje. Yê ku di zik de şikil daye min û ez kirim xulamê xwe ku Aqûb bi şûn de bînim ba wî û Îsraêl li ber wî bicivînim –çimkî di çavê Xudan de ez birûmet im û Xwedayê min bû hêza min–

6 wiha dibêje: “Tê bibî xulamê min Ku ne tenê eşîrên Aqûb ji nû ve li cihê wan danî Û Îsraêliyên saxmayî bi şûn ve anî, Lê ezê te ji miletan re bikim ronahî Ku rizgariya min bigihîje binê dinyayê!”

7 Xudanê Rizgarkarê Îsraêl û Pîrozê wî ji kesê ku milet wî kêm û wekî tiştekî kirêt dibînin, ji koleyê serweran re wiha dibêje: “Ji ber Xudanê dilsoz, pîrozê Îsraêl ku tu hilbijartî, Wê padîşah te bibînin û rabin ser lingan, Wê serek li ber te deverû herin erdê.”


Gelê Îsraêl vedigere welatê xwe

8 Xudan wiha dibêje: “Min di dema razîbûnê de bersiv da te, Di roja rizgarkirinê de alîkariya te kir. Ezê te biparêzim Û ezê te wekî peyman bidim gel Ku tu welêt ji nû ve ava bikî Û mîrasên ku wêran bûne dîsa parve bikî.

9 Tê ji êsîran re bêjî: ‘Derkevin!’ Tê ji kesên di tariyê de ne re bêjî: ‘Xwe nîşan bidin.’ Wê li kêleka riyan biçêrin, Li her girê rût mêrgên wan hebin.

10 Wê tî û birçî nebin, Wê tav û bayê şewatê li wan nexe. Yê ku li wan tê rehmê Wê rê nîşanî wan bide Û bibe ser kaniyan.

11 Ezê hemû çiyayên xwe bikim rê, Wê riyên mezin ên min jî bilind bibin.

12 Va ye wê gelê min ji dûrî, Hinek jê ji bakur û rojava Û hinek jî, ji diyarê Sînîmê bên!”

13 Ezmano, ji kêfê biqîre! Erdo, şa be! Çiyano, bi şahî biqîrin! Çimkî wê Xudan gelê xwe teselî bike Û li bindestên xwe were rehmê.

14 Lê Siyonê got: “Xudan ez berdam, Reb ez ji bîr kirim.”

15 Lê Xudan got: “Ma jin dikare zarokê xwe Yê li ber şîr ji bîr bike? Gelo ma li ber kurê zikê xwe nakeve? Belkî ew jî, ji bîr bikin, Lê ezê te ji bîr nekim.

16 Va ye, min navê te li kefa destên xwe kola, Sûrên te hergav li pêş min in.

17 Kurên te dibezin û tên, Kesên ku te hildiweşînin û wêran dikin, Wê ji nav te derkevin û herin.

18 Çavê xwe bide derdora xwe û binêre, Ew hemû dicivin û tên ba te.” Gotina Xudan ev e: “Ez bi serê xwe kim, wê ew hemû bibin xemla te, Tê wekî bûkekê bi wan xwe bixemilînî.

19 “Warên te bûn xirbe û wêrane, Welatê te hat hilweşandin. Lê niha tê ji bo şêniyên xwe teng bibî Û wê kesên tu xwarî dûr bibin.

20 Zarokên ku di dema bêzarokiya te de hatin dinyayê, Wê di guhên te de bêjin: ‘Ev der ji me re teng e, Dereke ku em lê rûnin bide me.’

21 Wî çaxî tê di dilê xwe de bêjî: ‘Kê ev zarok ji min re anîn? Ez bêzarok û sêr bûm. Ez hatim derxistin û sirgûnkirin, Loma kê ev mezin kirin? Ez bi tena serê xwe mabûm, Gelo ev li ku bûn?’”

22 Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê bi destê xwe gazî miletan bikim, Ezê ala xwe ji bo hemû gelan bilind bikim Ku ew kurên te di hembêzên xwe de bînin Û keçên te li ser milê xwe hilgirin.

23 Wê padîşah ji te re bavîtiyê, Şahbanû ji te re dadikiyê bikin. Wê deverû herin erdê û toza lingên te bialêsin. Wê gavê tê bizanibî ku Xudan ez im Û kesên li benda min dimînin Wê neyên şermezarkirin.”

24 Ma talan dikare ji destê mêrxas bê standin, Ma dîlên zordar dikarin rizgar bibin?

25 Lê Xudan wiha dibêje: “Wê dîlên destê mêrxas esse bên standin, Wê talanê zordar bê rizgarkirin. Kesê dijberiya te bike, ezê dijberiya wî bikim. Ezê zarokên te rizgar bikim.

26 Ezê kesên li te zordariyê dikin, Goştê wan bi wan bidim xwarin. Çawa ku şeraba şîrîn vexwaribin, Wê bi xwîna xwe serxweş bibin. Wê hemû beşer bizanibin Ku Xudanê tu rizgar kiriye ez im. Rizgarkarê te, Hêzdarê Aqûb ez im.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan