Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 48 - Kurmanji Încîl


Serhişkiya gelê Îsraêl

1 “Ya Mala Aqûb, vê bibihîze! Hûn bi navê Îsraêl hatin gazîkirin, Ji ziriyeta Cihûdayê derketin, Bi navê Xudan sond dixwin Û gazî Xwedayê Îsraêl dikin, Lê ne bi rastî û dilsozî.

2 Çimkî hûn diyar dikin ku Hûn ji bajarê pîroz in Û xwe dispêrin Xwedayê Îsraêl. Navê wî Xudanê Karîndar e.

3 “Min tiştên berê ji demên berê ve gotin. Ji devê min derketin, Min ew dan bihîstin. Paşê min ew jinişkave kirin Û ew pêk hatin.

4 Ez bi serhişkiya te dizanim. Stûyê te, parsûya te hesin e, Eniya te ji tûnc e.

5 Min ji demên berê ve ev ji te re ragihand, Bêyî ku çêbin bi te da bihîstin Ku tu nebêjî ‘Pûtê min ev çêkirin, Pûtê min ê rijandî û qewirandî ev emir da.’

6 Te ev bihîstin, niha li hemûyan binêre. Ma tê ranegihînî? Ezê ji niha ve tiştên nû, Tiştên veşartî yên tu nizanî bi te bidim bihîstin.

7 Ew ne ji demên berê ve, Niha hatin afirandin. Beriya îro te ew nebihîstibûn Ku tu nebêjî: ‘Min ev zanibûn.’

8 Te tu caran nebihîstibû, tu caran nizanibû, Ji demên berê ve jî guhên te ne vekirî bûn. Çimkî min zanibû tu gelekî xayîn î Û hê ji zikmakî ve ji te re serhildêr dihate gotin.

9 Ji bo xatirê navê xwe Ez hêrsa xwe bi derengî dixim. Ji bo pesindana navê xwe Ez ji bo te xwe radigirim Ku te navêjim.

10 Va ye, min tu sefandî, lê ne wekî zîv. Min tu di êtûna tengasiyê de ceribandî.

11 Ez vê ji bo xwe, belê ji bo xwe dikim. Çima navê min bê mirdarkirin?! Ez rûmeta xwe nadim ên din.


Wê Îsraêl rizgar bibe

12 “Ya Aqûb! Ya Îsraêlê ku min gazî kiriye, Guhdariya min bike! Ez ew im, pêşî û paşî jî ez im.

13 Bingeha dinyayê min bi destê xwe danî, Destê min ê rastê jî ezman pehn kir. Gava ez gazî wan dikim, Bi hev re li ber min disekinin.

14 “Hûn tev bicivin û bibihîzin! Ma ji nav wan kî ev dan bihîstin? Kesê ku Xudan jê hez dike, Wê daxwaza wî li dijî Babîlê pêk bîne Û wê zendê wî li ser Kildaniyan be.

15 Min got, belê min gazî wî kir. Min ew anî û wê di riya xwe de bi ser bikeve.

16 “Nêzîkî min bin, vê bibihîzin! Min ji destpêkê ve bi dizî negot Û ji roja ku pêk hat ve ez li wê derê bûm.” Niha Reb Xudan, min û Ruhê xwe dişîne.

17 Xudan, Pîrozê Îsraêl ê Rizgarkarê te wiha dibêje: “Xwedayê te Xudan ez im Ku ji bo te yê bikêr hînî te dike Û di riya tu diçiyê de te dimeşîne.”

18 “Xwezî te baş guhê xwe dabûya emrên min! Wî çaxî wê aştiya te wekî çeman Û edaleta te jî wekî sêlaka deryayê bûya.

19 Wî çaxî wê ziriyeta te wekî sêlakê Û şaxên te wekî libên sêlakê bûna. Wê navê wan nehata birîn, Li ber min tune nedibû.”

20 Ji Babîlê derkevin! Ji Kildaniyan birevin! Bi qîrîna şahiyê vê ragihînin, Bidin bihîstin, heta binê dinyayê belav bikin. Bêjin: “Xudan Aqûbê xulamê xwe rizgar kir!”

21 Gava wî ew li derên beriyê da meşandin Ew tî nebûn. Wî ji bo wan ji zinêr av herikand, Wî zinar qelaşt û av da pijiqandin.

22 Xudan dibêje: “Aştî ji xeraban re tuneye.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan