Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 47 - Kurmanji Încîl


Ketina Babîlê

1 “Ya Babîla keça xama! Dakeve xwarê û di nav tozê de rûne! Ya keça Kildaniyan! Textê te tuneye, li erdê rûne! Çimkî wê êdî ji te re ‘Nazik û nazdar’ nebêjin.

2 Tu destarê hilde û arvan bihêre. Xêliya xwe veke, dawa xwe hilde. Ranên xwe tazî bike, di çeman re derbas bibe.

3 Wê tazîbûna te bê vekirin, Wê riswatiya te bê dîtin. Ezê tolê bistînim û li ber kesî nekevim.”

4 Navê rizgarkarê me Xudanê Karîndar e, Ew Pîrozê Îsraêl e.

5 “Ya keça Kildaniyan! Bêdeng rûne û bikeve tariyê. Çimkî êdî wê ji te re ‘Şahbanûya padîşahiyan’ nebêjin.

6 Ez li gelê xwe hêrs bûm. Min mîrasa xwe mirdar kir, Min ew da destê te. Tu li wan nehatî rehmê, Te nîrê xwe li ser pîr û kalan pir giran kir.

7 Te got: ‘Ezê her û her şahbanû bim’ Û te ev nekir dilê xwe Dawiya vê yekê neanî bîra xwe.

8 “Ya jina kêf û zewqê ku di ewlehiyê de rûdine Û di dilê xwe de dibêje: ‘Ez heme Û ji xeynî min, yeka din tuneye. Ezê jinebî nemînim Û windabûna zarokan nebînim’ Niha bibihîze!

9 Tevî ku sêrbaziya te zêde ye Û remildariya te hêzdar e jî, Wê di rojekê de herdu, Windabûna zarokan û jinebîbûnê, Bi tevahî bi hev re bêne serê te.

10 “Çimkî tu bi xerabiya xwe ewle bûyî. Te got: ‘Tu kes min nabîne.’ Zanîn û şehrezabûna te tu şaş kirî. Loma te di dilê xwe de got: ‘Ez heme û ji xeynî min yeka din tuneye.’

11 Wê felaket were serê te Ku sêrbazên te nikarin dûr bixin. Wê bela bê serê te Ku tê nikaribî kefareta wê bidî. Wê helakbûna tu pê nizanî, Jinişkave bê serê te.

12 Niha berdewamiya remildarî Û sêrbaziya xwe ya zêde Ku te ji ciwaniya xwe ve Di ber de ked dane, bike. Belkî tu feydeya wan bibînî, Belkî tu mirovan bitirsînî.

13 Tu ji şîretên li te hatine kirin westiyayî. Bila stêrnas, kesên li ezmanan dinêrin Û kesên bi heyva nû tişta biqewime dibêjin, Niha rabin û te ji tiştên wê bên serê te rizgar bikin.

14 “Va ye, ew wekî pûşê ne, Wê agir wan bişewitîne. Wê nikaribin canê xwe ji destê pêtê rizgar bikin. Wê ev agir, ne ji bo xwegermkirinê teraf be Û ne jî, ji bo li ber rûniştinê be.

15 Kesên bi wan re ked didî Û ji zarokatiya xwe ve bi wan re didî û distînî, Wê ji bo te wiha bin. Hemû bi riya xwe ve herin. Kesê te rizgar bike wê tunebe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan