Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 46 - Kurmanji Încîl

1 “Bêlê îlah deverû diçe erdê, Neboyê îlah jî xwar dibe. Pûtên wan li ser heywanan, Li ser gayan barkirî ne. Ew tiştên hûn hildigirin bûn bar ku Heywan bi wan diwestin.

2 Xwar dibin, bi hev re deverû diçin erdê. Ew îlah nikarin pûtên xwe ji bargiraniyê rizgar bikin, Ew bi xwe jî diçin sirgûnê.

3 “Ya Mala Aqûb! Ya bermayiyên Mala Îsraêl! Hûn kesên ku ji dema ji zikê dayikê derketine, Ji dema ji zik çêbûne Heta niha ez we hildigirim, min bibihîzin!

4 Heta hûn pîr bibin ez ew im, Heta hûn porspî bibin jî ezê we hilgirim. Min hûn çêkirin, ezê we hilgirim. Erê, ezê we hilgirim û rizgar bikim.

5 “Hûnê dirûvê min bi kê bixin, Bi kê re bikin yek? Hûnê min bi kê re rû bi rû bikin Ku dirûvê me mîna hev e?

6 Kesên ku zêr ji kîsikê vala dikin Û zîv di mêzînê de dikişînin, Bi destmiza xwe zêrker digirin. Ew jî, ji vê îlahekî çêdike, Deverû diçin erdê û diperizinê!

7 Ew wî li ser pişta xwe hildigirin, Bar dikin û dibin li cihê wî datînin. Ew li cihê xwe disekine û nalebite. Çaxê yek jê re dike feryad bersivê nade, Wî ji tengasiya wî xilas nake.

8 “Serhildêrno, vê yekê bi bîr bînin! Camêr bin! Vê yekê careke din bixin dilê xwe.

9 Tiştên di demên berê de bûne bi bîr bînin, Çimkî ez Xwedê me û yekî din tuneye. Ez Xwedê me û yekî wekî min tuneye.

10 Ez dawiyê ji destpêkê didim bihîstin Û tiştên ji demên qedîm ve ku hê nebûne dibêjim. ‘Wê pîlana min pêk were, Ezê hemû daxwazên xwe pêk bînim.’

11 Yê ku ji rojhilat gazî teyrê dirinde, Ji welatê dûr gazî zilamê ku Pîlana min pêk bîne dike, ez im. Erê, min got û ezê bînim cih, Min şîret kir, ezê wê çêkim.

12 “Ya kesên dilhişk û ji edaletê dûr, Min bibihîzin!

13 Min serfiraziya xwe nêzîk kir. Wê rizgarkirina min bi derengî nemîne. Ezê ji bo Îsraêlê berziya xwe, Rizgariyê bidim Siyonê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan