Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 45 - Kurmanji Încîl


Xwedê Koreşê Padîşahê Parsê hildibijêre

1 Xudan ji kesê kifş kiriye, Ji Koreşê bi destê wî yê rastê girtiye ku Miletan li ber xwe bitewîne, Padîşahan bêçek bike Û deriyan li ber xwe veke re –Wê ew dergeh neyên girtin– wiha dibêje:

2 “Ezê li pêşiya te herim Û çiyayan rast bikim. Ezê deriyên tûncîn bişikênim Û zirzeyên hesin jê bikim.

3 Ezê xezîneyên di tariyê de dimînin Û dewlemendiya veşartî ya sitaran bidim te Ku tu bizanibî ez, Xwedayê Îsraêl Xudan, Bi navê te gazî te dikim.

4 Ji bo Aqûbê xulamê xwe, Îsraêlê ku min hilbijart, Ezê bi navê te gazî te bikim. Tevî ku tu min nas nakî, Ezê nav û deng bidim te.

5 Xudan ez im, yekî din tuneye, Ji xeynî min Xwedê tuneye. Tevî ku tu min nas nakî, Ezê te çekdar bikim.

6 Loma ji rojhilat heta rojava, Bizanibin ji xeynî min yekî din tuneye. Ez Xudan im, yekî din tuneye.

7 Yê ku şikil dide ronahiyê û taristanê diafirîne, Yê ku aştî çêdike û xerabî diafirîne, Xudanê hemû van karan dike, ez im.

8 Ezmanno, ji jor ve dilop bikin, Bila ji ewran edalet bibare. Bila ax vebe û fêkiyê rizgariyê bide, Bila rastî ji erdê bavêje der. Ez, Xudan, min ew afirandin.”


Xwedayê her tiştî çêkiriye

9 Wey li wî ku devjeniya Afirînerê xwe dike. Di nav perçeyên dîzika axê de, Tu yek ji wan bi tenê yî. Ma gil dikare ji kesê şikil didê re bêje: “Tu çi çêdikî?” An “Çima çembilên min tuneye?”

10 Wey li wî ku ji bavê xwe re dibêje: “Te çi anî dinyayê?” An ji diya xwe re dibêje: “Te êşa çi kişandiye?”

11 Pîrozê Îsraêl, Xudanê şikil daye wî wiha dibêje: “Ma hûn dikarin li ser pêşeroja zarokên min Ji min bipirsin Û li ser karên destê min Li min emir bikin?

12 Min dinya bi destên xwe çêkir Û li ser wê mirov afirandin. Destên min ezman tikand, Min li hemû nexşên ezmanan emir kir.

13 Min Koreş bi edaletê hişyar kir, Ezê hemû riyên wî rast bikim. Bêyî ku berdêl û diyarî bistîne Wê bajarê min ava bike Û sirgûniyên min berde” Xudanê Karîndar dibêje.

14 Xudan wiha dibêje: “Wê keda Misrê, bazirganiya Kûşê Û Sevayiyên bejindirêj, Derbasî ba te bibe û bibe ya te. Wê ew zilam li pey te werin. Di nav zincîran re derbas bibin Û li ber te deverû herin erdê. Wê ji te re lava bikin û bêjin: ‘Xwedayê rast bi te re ye Û ji xeynî wî Xwedê tuneye.’”

15 Bi rastî, tu yî Xwedayê ku xwe vedişêre, Ya Xwedayê Îsraêl, ya Rizgarkar!

16 Wê hemû rezîl û şermezar bibin. Hemû kesên pûtan çêdikin, Wê bi hev re rezîl bibin.

17 Lê wê Îsraêl bi destê Xudan, Bi rizgarkirina herheyî rizgar bibe. Hûnê her û her neyên şermezarkirin Û tu caran rezîl nebin.

18 Çimkî Xudanê ku ezmanan afirandiye –Ew Xwedê ye!– Yê ku erdê çêkiriye û şikil dayê, Yê ku asê kiriye û vikîvala neafirandiye Şikil dayê ku li ser were rûniştin wiha dibêje: “Ez Xudan im û yekî din tuneye.

19 Min li dereke veşartî, Li diyarê tarî negot. Min ji ziriyeta Aqûb re negot: ‘Li dereke vikîvala li min bigerin.’ Ez Xudan bi edaletê dibêjim, Tiştên rast didim bihîstin.


Pûtên Babîlê bêhêz in

20 “Ya filitiyên miletan! Bicivin û werin, bi hev re nêzîk bibin. Kesên pûtên ji daran hildigirin Û ji îlahên rizgar nakin re dua dikin, nizanin.

21 Bêjin, doza xwe raber bikin, Bi hev bişêwirin. Ma kî ev ji demên qedîm ve daye bihîstin? Ma kî ji berê ve gotiye? Ez Xudan, ma ne ez im? Ji xeynî min Xwedê tuneye. Xwedayê rast û rizgarkar, Ji xeynî min tuneye.

22 “Li min bizivirin û rizgar bibin, Hemû mirovên li binê dinyayê jî! Çimkî Xwedê ez im û yekî din tuneye.

23 Min bi xwe sond xwar. Gotina ji devê min dertê rast e, Wê vala neçe. Wê herkes li ber min çok bide, Wê her ziman bi min sond bixwe.

24 “Wê li ser min bêjin: ‘Rastî û hêz tenê bi Xudan e.’ Wê mirov werin ba wî, Wê hemû kesên lê hêrs dibin bên şermezarkirin.

25 Wê hemû ziriyeta Îsraêl, Ji aliyê Xudan ve mafdar bê derxistin Û pê pesnê xwe bidin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan