Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 44 - Kurmanji Încîl


Pîrozkirina gelê Îsraêl

1 “Niha ya Aqûbê xulamê min! Bibihîze, gelê Îsraêl ê ku min hilbijart!

2 Ez, Xudanê ku tu afirandiye, Di zik de şikil daye te Û wê ji te re bibe alîkar, wiha dibêjim: ‘Netirse Aqûbê xulamê min, Yeşûrûnê ku min hilbijart.

3 “‘Çimkî ezê avê bi ser axa tîbûyî de, Rûbaran bi ser erdê ziwa ve birijînim. Ezê ruhê xwe bi ser ziriyeta te re Û bereketa xwe bi ser şaxên te re birijînim.

4 Wê di nav giyê de bipişkivin, Wekî darên spîndarên li keviyên çeman.’

5 “Kesek wê bêje: ‘Ez yê Xudan im.’ Kesekî din wê navê Aqûb li xwe bike. Wê kesek jî li ser destê xwe ‘Yê Xudan e’ binivîse Û navê Îsraêl li ser xwe qebûl bike.”

6 Xudan, Padîşah û Rizgarkarê Îsraêlê, Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Yê pêşî û paşî ez im. Ji xeynî min Xwedê tuneye.

7 Ma kî wekî min e? Bila ew bêje! Bila ew xeber bide û li ber min rêz bike. Bila tiştên ji roja ku min gelê xwe yê herheyî çêkiriye û vir ve, Xebera tişt û bûyeran bide ku wê bên.

8 Nebizdin û netirsin! Ma min ji demên berê ve ji we re neda bihîstin? Ma min xeber neda? Hûn şahidên min in. Ma ji xeynî min Xwedê heye? Zinarê din tuneye, Ez yekî din nizanim.”


Wê pûtperest şerm bikin

9 Hemû kesên şikil didin pûtan, vala ne. Tiştên wan ên ku jê zewqê distînin bêkêr in. Ew bixwe şahidên pûtan in, Ne dibînin, ne jî dizanin. Loma wê bên şermezarkirin.

10 Ma kî şikil dide îlahekî Yan kî pûtekî dirijîne Ku ji bo wî bêkêr e?

11 Wê hemû hevalên pûtan bêne şermezarkirin, Karkerên wan tenê mirov in. Bila hemû bicivin û rabin ser lingan ku Bitirsin û bi hev re bên şermezarkirin.

12 Hesinkar amûrekî hildide Û di agirê komirê de çêdike. Ew bi çakûç şikil didê, Bi zendê xwe yê hêzdar çêdike. Birçî dibe, bêhêz dibe. Avê venexwe, diweste.

13 Necar benê xwe ditikîne, Bi qelemê texte resim dike. Bi mikarê şikil dide texte Û bi dorgerê wê xêz dike. Ew di şiklê zilamekî de, Li gorî bedewiya mirovan wî çêdike Û li malê dide rûniştandin.

14 Ew ji bo xwe darên sedrê dibire, Darberû û darmaziyan hildibijêre. Li daristanê darekê diçikîne, Dareke hervizê datîne û baran wê mezin dike.

15 Ew ji bo mirovan bi kêrî agirpêxistinê tê. Mirov ji wê distîne û germ dibe. Ew wê pêdixe û nan dipêje. Paşê îlahekî çêdike û diperizê! Dike pûtek û li berê deverû diçe erdê!

16 Ew nîvê darê di êgir de dişewitîne Û bi vî nîvdarî goşt dibirêje, Dixwe û têr dibe. Germ dibe û dibêje: “Oxweş, ez germ bûm, Min agir dît.”

17 Ya ku ji ber wê maye îlahekî, Pûtekî xwe çêdike. Li ber wê deverû diçe erdê û diperizê. Jê re dua dike û dibêje: “Min rizgar bike, Çimkî îlahê min tu yî!”

18 Ew kes nizanin û fêm nakin. Çimkî çav û dilên wan hate girtin Ku nebînin û fêm nekin.

19 Tu kesek ji wan nayîne bîra xwe, Zanîn û fêmdarî jî tuneye ku bêjin: “Min nîvdarekî di êgir de şewitand Û li ser perengên êgir nan pijand. Min goşt biraşt û xwar. Ma ez bi ya ku maye pûtekî kirêt çêkim? Ma ez li ber perçeyekî darî deverû herim erdê?”

20 Ew mirov xwelî diçêre! Dilekî xapiyayî ew ji rê derxist. Ew canê xwe rizgar nake û nabêje: “Ma tiştê di destê min ê rastê de Ne derewek e?”


Xwedê afirandar û rizgarkar e

21 Ya gelê Aqûb! Ya gelê Îsraêl! Van tiştên hanê bi bîr bîne, Çimkî tu xulamê min î. Min şikil da te, Xulamê min tu yî, Îsraêlo! Tê ji aliyê min ve neyî jibîrkirin.

22 Min neheqiyên te wekî ewran Û gunehên te wekî mijê paqij kirin. Li min vegere, çimkî min tu rizgar kirî.

23 Ezmanno, ji kêf biqîrin! Çimkî Xudan ev kir. Binê erdê jî biqîre! Çiyano, bi şahî biqîrin! Daristan û her dara tê de jî! Çimkî Xudan Aqûb rizgar kir Û wê li welatê Îsraêl rewnaqiya xwe diyar bike.

24 Xudanê rizgarkarê te, yê ku di zik de şikil da te wiha dibêje: “Ez Xudan im. Yê ku her tiştî afirand, Yê ku xwe bi xwe ezman tikand Û bi tena serê xwe erd raxist, ez im.

25 Yê ku nîşanên derewkaran vala derdixe, Yê ku tinazên xwe bi falbazan dike, Yê ku şehreza bi şûn ve dişîne, Yê ku zanabûna wan dike bêaqilî,

26 Yê ku peyva xulamê xwe bi cih tîne Û şîreta qasidên xwe pêk tîne, ez im. Yê ku ji bo Orşelîmê dibêje: ‘Wê tê de bê rûniştin’ Û ji bo bajarên Cihûdayê dibêje: ‘Wê bên çêkirin. Ezê wêraneyên wan dîsa ava bikim’ ez im.

27 Yê ku ji kûrahiyê re dibêje: ‘Ziwa be! Ezê çemên te ziwa bikim’

28 Û ji bo Koreş dibêje: ‘Ew şivanê min e, Wê hemû armanca min pêk bîne’ ez im. Yê ku ji bo Orşelîmê dibêje: ‘Wê bê avakirin’ Û ji Perestgehê re dibêje: ‘Wê hîmê te bê danîn’ jî dîsa ez im.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan