Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 43 - Kurmanji Încîl


Rizgarkarê gelê Îsraêl

1 Lê niha ya Aqûb, Afirînerê te, Ya Îsraêl, Xudanê şikil daye te wiha dibêje: “Netirse, çimkî min tu rizgar kirî. Min bi navê te gazî te kir, Tu yê min î.

2 Gava tu di avan re derbas bibî, Ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, Wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, Tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne.

3 Çimkî ez Xwedayê te Xudan, Pîrozê Îsraêl û rizgarkarê te me. Min wekî kefaret Misrê, Di ber te de Kûş û Sevayê da.

4 Ji ber ku tu li ber çavê min hêja û birûmet î Û ez ji te hez dikim, Ezê di ber te de mirovan, Di ber canê te de neteweyan bidim.

5 Netirse, çimkî ez bi te re me. Ezê ziriyeta te ji rojhilat bînim, Ezê te ji rojava bidim hev.

6 Ezê ji bakur re bêjim: ‘Bide!’ Ji başûr re bêjim: ‘Negire!’ Bêjim: ‘Kurên min ji dûrî, Keçên min ji binê dinyayê bînin.

7 Her kesê bi navê min tê gazîkirin, Ji bo rûmeta xwe min afirandine, Şikil danê û çêkir, bînin!’”


Gelê Îsraêl şahidê Xudan e

8 Kesên kor in lê çavê wan hene, Kesên nabihîzin lê guhê wan hene, derxin!

9 Bila hemû milet werin ba hev, Bila netewe bicivin. Ma ji nav wan kî dikare vê bêje Û tiştên bûyî nîşanî me bide? Bila şahidan bînin û ew rast derkevin Bila guhdarî bikin û bêjin “Rast e.”

10 Gotina Xudan ev e: “Hûn şahidên min in, Xulamê min ê hilbijartî hûn in Ku bizanibin, bawerî bi min bînin Û fêm bikin ez ew im. Beriya min tu xwedayek nehat şikildan, Wê piştî min jî tunebe.

11 “Ez, tenê ez Xudan im Ji xeynî min rizgarkar tuneye.

12 Gava di nav we de îlahê xerîb tunebû Min da zanîn, rizgar kir û da bihîstin. Hûn şahidê min in Ku ez Xwedê me.” Ev e gotina Xudan.

13 “Ji îro û pêve jî ez ew im. Kesê ku ji destê min rizgar bike tuneye. Ez dikim, ma kî dikare nehêle?”


Rizgariya ji Babîlê

14 Xudanê rizgarkarê we, Pîrozê Îsraêl wiha dibêje: “Ji bo xatirê we Ezê artêşekê bişînim Babîlê û birevînim. Ezê hemû Kildaniyan nizim bikim Ku bi gemiyên xwe qure ne.

15 Xudan ez im. Pîrozê we, afirandarê Îsraêl, Padîşahê we ez im.”

16 Xudanê ku di deryayan re rê, Di behrên mezin re rêçik vedike,

17 Yê ku erebeyên şer û hespan, Artêş û mêrxasan derdixe Û paşê wê tev razên lê ranebin, Wekî fitîla pêketî wê bitefin, wiha dibêje:

18 “Tiştên berê bi bîr neyînin, Nedin pey tiştên kevin.

19 Va ye ez tiştekî nû dikim, Wê niha bipişkive, ma hûnê wê fêm nekin? Ezê li beriyê rê, Li erdê ziwa çeman çêkim.

20 Wê heywanên çolê, çeqel û kund Rûmetê bidin min. Çimkî ez li beriyê avê didim, Li erdê ziwa çeman didim Ku ez bi gelê xwe yê hilbijartî bidim vexwarin.

21 Gelê min ê ku min ji bo xwe şikil dayê Ku ew pesnê min diyar bikin.


Gunehê gelê Îsraêl

22 “Lê te min nekir, Aqûbo! Tu ji min westiyayî, Îsraêlo!

23 Te pezê xwe ji bo qurbana şewitandinê ji min re neanî, Te bi qurbanên xwe rûmet neda min. Min li te pêşkêşiyan bar nekir Û min tu bi bixûra guniyê newestand.

24 Te ji bo min bi pere qamîşê bêhnxweş nekirî Û bi bezê qurbanên xwe ez têr nekirim. Te tenê gunehên xwe li min bar kirin, Bi neheqiyên xwe ez westandim.

25 Yê ku ji bo xwe Gunehên te xîş kir ez im, Ezê gunehên te bi bîr neyînim.

26 “Bîne bîra min, em herin dîwanê, Doza xwe bêje ku tu mafdar derkevî.

27 Bavkalê te guneh kirin, Serwerên te li dijî min serî rakir.

28 Loma ezê serekên Pîrozgehê mirdar bikim, Ezê ziriyeta Aqûb biherimînim Û Îsraêl riswa bikim.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan