Îşaya 42 - Kurmanji ÎncîlXulamê Xudan 1 “Va ye xulamê min ê Ku ez jê re bûm destek, Kesê min hilbijart ku Canê min jê razî ye. Min ruhê xwe danî ser wî, Wê heqiyê bigihîjîne miletan. 2 Wê neqîre û dengê xwe bilind neke, Li kuçeyan dengê xwe nede bihîstin. 3 Wê qamîşê perçiqandî neşikêne Û fitîla diçirise netefîne. Wê heqiyê bi dilsoziyê bigihîjîne. 4 Heta ku ew li dinyayê heqiyê bicih bike, Wê qels nebe û wêrekiya wî neşikê. Wê keviyên deryayan li hêviya Şerîeta wî bin.” 5 Xwedê Xudanê ku Ezman afirandiye û tikandiye, Dinya û berên wê raxistiye, Hilm dide gelên li ser wê Û ruh dide kesên li ser dimeşin wiha dibêje: 6 “Ez Xudan, min bi edaletê gazî te kir, Ezê bi destê te bigirim û te biparêzim. Ezê te ji gel re bikim peyman Û wek ronahî bidim miletan 7 Ku tu çavên kor vekî Û êsîran ji zîndanê derînî. Tê kesên di tariyê de rûdinin Ji girtîgehê azad bikî. 8 “Ez Xudan im, navê min ev e. Ezê rûmeta xwe nedim yekî din, Pesnê xwe nedim pûtan. 9 Tiştên min berê gotine pişkivîn Û tiştên nû ez dibêjim. Hê beriya ku pêk bên, Ez ji we re dibêjim.” Strana pesindanê 10 Straneke nû ji Xudan re bêjin, Pesnê wî bidin ji binê dinyayê! Kesên dadikevin deryayê û her tiştên tê de, Keviyên deryayan û gelên wan jî! 11 Bila deşt û bajarên wan, Dengê xwe bilind bikin, Gundên Qêdariyan jî! Bila şêniyên Selayê bi kêf biqîrin, Bila ji serên çiyayan biqîrin! 12 Bila rûmetê bidin Xudan, Bila kesên keviyên deryayan pesnê wî bidin. 13 Wê Xudan wekî mêrxasekî derkeve, Wekî şervanekî were xîretê. Wê deng bike û biqîre, Li hember dijminên wî Hêzdariya wî nîşan bide. Soza alîkariyê 14 Demeke dirêj ez bêdeng bûm, Ez bêdeng mam û min bi xwe ragirt. Ezê niha wek jina zarok tîne bikim feryad, Ezê hilma xwe bigirim û berdim. 15 Ezê gir û çiyayan wêran bikim Û hemû şînahiyên wan hişk bikim. Ezê çeman biçikînim Û golan ziwa bikim. 16 Ezê koran di riya nizanin de bibim, Di rêçikên nizanin de rêberiya wan bikim. Ezê tariyê li ber wan bikim ronahî, Derên xwar li pêş wan rast bikim. Ezê van tiştan bikim, Ezê wan bernedim. 17 Ew kesên bi pûtan ewle ne Û ji pûtên rijandî re dibêjin: “Îlahên me hûn in,” Wê bi paşve vegerin û gelek şerm bikin. Îsraêla ker û kor 18 Kerno, bibihîzin! Korno, binêrin û bibînin! 19 Ma ji xeynî xulamê min kesekî kor heye? Ma kesekî bi qasî qasidê min ker heye? Ma kî bi qasî kesê min ê kifşkirî kor e, Bi qasî xulamê Xudan kor e? 20 Tu gelekî tiştan dibînî, Lê bi baldarî nanêrî. Guhên te vekirî ne, lê tu nabihîzî. 21 Ji ber edaleta wî, Xudan razî bû ku Şerîetê mezin û birûmet bike. 22 Lê ev gel hatiye şelandin û talankirin. Hemû ketine dafikên qul Û di zîndanên kûr de hatine girtin. Ew bûne talan Û kesê rizgar bike tuneye. Ew hatine şelandin Û kesekî bêje: “Bi şûn de bide” tuneye. 23 Di nav we de Wê kî guh bide vê yekê? Ji bo dema bê Kî guhdarî bike û bibihîze? 24 Ma kî Aqûb da şelandin? Ma kî Îsraêl da destê talankaran? Ew Xudan e ku me li dijî wî guneh kir, Ma ne wisa ye? Wan nexwest di riyên wî de bimeşin, Wan guhdariya Şerîeta wî nekir. 25 Loma wî hêrsa xezeba xwe Û dijwariya şer bi ser wî de rijand. Derdora wî bû agir, Lê ew pê nehesiya. Agir ew şewitand Lê wî xema vê yekê nekir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey