Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 41 - Kurmanji Încîl


Ewlehiya ji Xudan

1 “Kesên keviyên deryayan! Bêdeng bin û guhdariya min bikin! Bila netewe hêza xwe nû bikin, Bila nêzîk bin û bêjin. Ji bo dadbarkirinê Em werin ba hev!

2 “Ma kê li rojhilat edalet rakir ser lingan Û gazî xizmeta xwe kir? Ew miletan tîne ber wî Ku padîşahan bitewîne. Ew wan wekî tozekê davêje ber şûrê wî, Wekî pûşê li ba dibe, dide ber kevanê wî.

3 Ew pey wan dikeve, Di riya ku qet lingê xwe neavêtiyê de Bi xêr û silamet derbas dibe.

4 Ma kê ji destpêkê ve gazî nifşan kir? Ma kê ev yek kir û anî serî? Ez Xudan, ez yê pêşî me Û ezê bi yên paşî re bim.”

5 Keviyên deryayan ev dît û tirsiyan. Binê dinyayê dilerizin. Nêzîk dibin û tên.

6 Herkes alîkariya cîranê xwe dike, Ji birayê xwe re dibêje: “Hêzdar be!”

7 Hoste hêz dide zêrker, Kesê bi çakûç rast dike jî hêz dide Kesê li sindan dixe Û dibêje: “Lehîm baş çêbûye.” Ji bo ku neleqe, bi bizmaran dişidîne.

8 “Lê tu, Îsraêlê xulamê min, Aqûbê ku min hilbijart, Ziriyeta Îbrahîmê dostê min,

9 Min tu ji binê dinyayê hilda û anî Ji derên herî dûr gazî te kir. Min got: ‘Tu xulamê min î. Min tu hilbijartî, Min tu red nekirî.’

10 Tu netirse, çimkî ez bi te re me. Tu nebizde, çimkî Xwedayê te ez im. Ezê te bişidînim, alîkariya te bikim. Ezê bi destê rastê yê edaleta xwe Ji te re bibim destek.

11 “Erê, hemû kesên li te hêrs dibin, Wê rezîl û riswa bibin. Wê kesên li dijî te Vala û tune bibin.

12 Tê li kesên li dijî te radibin bigerî, Lê tê wan nebînî. Wê kesên li dijî te şer dikin, Pûç û vala bibin.

13 Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Bi destê te yê rastê digirim. Yê ku ji te re dibêje: ‘Netirse, ezê ji te re bibim alîkar’ ez im.

14 “Ya Aqûbê kurmê axê! Îsraêlo, netirse! Ezê alîkariya te bikim.” Ev e gotina Xudan. “Yê ku te rizgar dike, Pîrozê Îsraêl e!

15 Va ye, min tu kirî Cercereyekî nû yê dirantûj. Tê çiyayan bikî bênder û biperçiqînî, Tê wekî hûrika kayê giran bikî.

16 Tê wan bidêrînî, Wê ba wan bi xwe re bibe Û bahoz wan belav bike. Loma tê bi Xudan şa bibî, Tê bi Pîrozê Îsraêl pesnê xwe bidî.

17 “Gava bindest û hejar Li avê digerin lê tuneye Û zimanên wan ji tîbûnê ziwa dibe, Ez Xudan, ezê bersiva wan bidim. Ez Xwedayê Îsraêl, ezê wan bernedim.

18 Ezê li ser girên rût çeman, Di nav deştan de kaniyan vekim. Ezê çolê bikim golên avê Û erdê ziwa bikim çavkaniya avê.

19 Ezê li beriyê dara sedrê, dara aqasyayê, Darên mêrsîn û zeytûnê bidim. Li çol û deştê çam û çinarê, Bi spîndarê re bidim.

20 Loma herkes bibîne, bizanibe, Herkes bifikire û tev bi hev re fêm bike Ku destê Xudan ev çêkiriye Û Pîrozê Îsraêl ev afirandiye.”


Xwedê li dijî pûtan e

21 Xudan dibêje: “Doza xwe bînin vir!” Padîşahê Aqûb dibêje: “Delîlên xwe bînin!

22 Pûtên xwe bînin. Bila ew ji me re tiştên wê bibin bêjin. Bila ew yên bûyîn bêjin Ku em li ser wan bifikirin Û bi encama wan bizanibin. An bila yên ku wê di pêşerojê de bibe Bi me bidin bihîstin.

23 Yên ku wê ji niha û pê ve bibe Ji me re bêjin Ku em bizanibin hûn îlah in. Rabin qenciyê bikin an xerabiyê bikin Ku em nebizdin Û tev bi hev re bitirsin.

24 Hûn vala ne, Karên we jî pûç in. Kesên we hildibijêrin kirêt in.

25 “Min li bakur kesek rakir ser lingan Û ji dera avêtina rojê tê. Wê gazî navê min bike. Çawa ku cerçêker gilê biperçiqîne, Wê were û serekan wekî heriyê Di bin lingên xwe de biperçiqîne.

26 Ma kê ji destpêkê ve ew eşkere kir Ku em pê bizanibin? Ma kê ji berê ve got Ku em bêjin: ‘Rast e’? Tu kesî negot. Kesî neda bihîstin Û kesî gotinên we nebihîstin.

27 Min cara pêşî ji Siyonê re got: ‘Va ye, ev in!’ Min ji Orşelîmê re qasidekî mizgîniyê şand.

28 Lê gava ez dinêrim, kes tuneye. Di nav wan de şêwirmendek tuneye Ku gava ez bipirsim bikaribe bersivê bide.

29 Va ye ew hemû vala ne, Karên wan pûç in. Pûtên wan ên rijandî, Wekî bayê vikîvala ne.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan