Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 40 - Kurmanji Încîl


Gotinên teselîkirinê

1 Xwedayê me dibêje: “Teselî bikin, Gelê min teselî bikin.

2 Bi dilê Orşelîmê re bipeyivin, Gazî wê bikin. Bêjin ku dema şer temam bû, Neheqiya wê jî hat bexişandin. Çimkî di ber hemû gunehên xwe de, Ji destê Xudan du qat stand.”

3 Dengekî gazî dike û dibêje: “Li beriyê riya Xudan amade bikin, Li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin.

4 Wê her gelî bilind bibe, Wê her gir û çiya nizim bibe. Wê dera xwar rast bibe Û derên asê bibin deşt.

5 Wî çaxî wê rûmeta Xudan xuya bibe Û hemû beşer bi hev re bibîne.” Çimkî devê Xudan wiha gotiye.

6 Dengek dibêje: “Gazî bike!” Min got: “Gaziya çi bikim?” “Hemû beşer giya ne Û hemû berdewamiya wan wekî kulîlka zeviyê ye.

7 Giya hişk dibe, kulîlk diçilmise, Gava hilma Xudan di ser re derbas dibe. Bi rastî gel giya ye.

8 Giya hişk dibe, kulîlk diçilmisin, Lê gotina Xwedayê me her û her dimîne.”


Xwedayê bêhempa

9 Ya qasidê ku ji Siyonê re mizgîniyê tîne, Hilkişe çiyayê bilind! Ya qasidê ji Orşelîmê re mizgîniyê tîne, Dengê xwe bi hêzdarî bilind bike, netirse! Ji bajarên Cihûdayê re bibêjin: “Va ye Xwedayê we.”

10 Va ye wê Reb Xudan wekî mêrxasekî were, Wê zendê wî ji bo wî serweriyê bike. Va ye xelata wî pê re Û perûya wî li ber wî ye.

11 Wê keriyê xwe wekî şivanekî biçêrîne, Bi zendê xwe berxan bide hev. Di hembêza xwe de hilgire Û miyên bi berx hêdî hêdî bajo.

12 Ma kî bi kulma xwe avê dikişîne, Bi bosta xwe ezmanan dipîve? Kesek heye ku axa erdê dixe hundirê elbika pîvanê Yan çiyayan bi şihînê Û giran bi mêzînê bipîve?

13 Ma kî bi fikra Xudan dizane? Ma kî şêwirmendê wî bû ku hînî wî bike?

14 Ma ew bi kê re şêwirî ku fêm bike, Kê riya edaletê hînî wî kir? Kê zanînê hînî wî kir Û riya fêmdariyê nîşanî wî da?

15 Milet li ba wî wekî dilopeke ji satilê ne, Wekî toza tenik a mêzînê ne. Ew giravan wekî toza hûrik radike.

16 Ji bo şewitandinê darên Lubnanê têrê nakin, Ji bo qurbanên şewitandinê heywanên wê têrê nakin.

17 Li ber wî hemû milet ne tiştek in, Ji aliyê wî ve ji pûçbûnê kêmtir Û vala tên hesibandin.

18 Hûn Xwedê dişibînin kê? Hûn wî dişibînin çi?

19 Pûtekî?! Karkerek wî dirijîne, Zêrkerek bi zêr kiras dike Û ji bo wî zincîrên zîvîn çêdike.

20 Mirovekî hêza wî têra pêşkêşiyeke wiha neke, Perçek darê ku narize hildibijêre. Ji bo xwe li hosteyekî digere Ku jê re pûtekî qewirandî çêke Û ji cihê xwe neleqe.

21 Ma hûn pê nizanin? Ma we nebihîstiye? Ma ji destpêkê ve ji we re nehatiye gotin? Ma we ji danîna bingeha dinyayê fêm nekiriye?

22 Yê ku li ser qûbeya dinyayê rûdine Û şêniyên wê jê re wekî kulî ne, ew e. Yê ku ezmanan wekî perdeyekê ditikîne Û ji bo rûniştinê wekî konekî datîne ew e.

23 Yê ku mîran pûç dike Û serwerên dinyayê dike tiştekî vala ew e.

24 Ew çawa têne çikandin, Çawa têne reşandin, Çawa qurmê wan bi erdê ve kok vedide, Hilma wî di ser wan re derbas dibe û ziwa dibin. Bager jî wekî pûşê wan bi xwe re dibe.

25 Yê Pîroz dibêje: “Hûn min dişibînin kê Ku ew hempayê min be?”

26 Çavên xwe bidin bilindciyan û bibînin! Ma kê ev afirandin? Yê ku artêşa stêran dertîne Û bi navê wan gazî her yekî ji wan dike. Ji ber mezinahiya taqeta wî, Ji ber hêza wêrekiya wî, Yek ji wan jî kêm nabe.

27 Ya Aqûb! Ya Îsraêl! Çima tu dibêjî: “Riya min ji Xudan veşartiye Û heqê min di ber Xwedê re derbas dibe û diçe?”

28 Ma tu pê nizanî? Ma te nebihîstiye? Xwedayê herheyî, Xudan e! Wî binê dinyayê afirand! Ew ne diweste, ne jî qels dibe Û fêmdariya wî qet nayê zanîn.

29 Ew hêzê dide westayiyan, Qeweta bêtaqetan zêde dike.

30 Ciwan jî diwestin û qels dibin, Xort diterpilin û dikevin.

31 Lê kesên li benda Xudan in hêza xwe teze dikin, Wekî teyran baskên xwe vedikin û bilind dibin. Ew dibezin lê qels nabin, Ew dimeşin lê nawestin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan