Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 4 - Kurmanji Încîl

1 Wê rojê, wê heft jin bi mêrekî bigirin û bêjin: “Emê nan û cilên xwe peyda bikin. Bila tenê navê te li ser me be. Şerma me ji ser me rake.”


Pêşeroja Orşelîmê

2 Wê rojê wê şaxê Xudan xweşik û birûmet be. Wê fêkiyê welêt bibe berzî û rûmeta saxmayiyên gelê Îsraêl.

3 Wê ji bermayiyên li Siyonê re, ji hemû kesên wekî “Li Orşelîmê sax mane” hatine nivîsandin re, pîroz bê gotin.

4 Wê Reb keçên Siyonê ji pîsîtiya wan paqij bike. Xwîna ku li Orşelîmê pijiqî ser wan, bi ruhekî adil û êgir paqij bike.

5 Wê Xudan her aliyê Çiyayê Siyonê û ser civînên wê derê nava rojê, bi ewr û dûyê, şevê jî bi şewqa pêta êgir biafirîne. Wê xêliyek li ser hemû rûmetê be.

6 Ev xêlî wê bibe holikeke wisa ku ji germa rojê re bibe sî, ji baran û taviyê re jî bibe kon û sitargeh.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan