Îşaya 39 - Kurmanji ÎncîlBêaqiliya Hîzqiya ( Padîşah II, 20:12-19 ) 1 Wê demê Merodak-Baladanê kurê Baladanê Padîşahê Babîlê, ji Hîzqiya re name û diyariyek şandin. Çimkî wî bihîstibû ku Hîzqiya nexweş ketiye û baş bûye. 2 Hîzqiya bi wan şa bû û mala tiştên hêja, zêr û zîv, biharat û rûnê bêhnxweş, tevahiya cebilxane, hemû tiştên odeyên xezîneya xwe nîşanî wan da. Tiştek li qesir û tevahiya welatê wî nema ku Hîzqiya nîşanî wan neda. 3 Îşayayê Pêxember hat ba Hîzqiyayê Padîşah û jê re got: “Van zilaman çi got? Ji ku derê hatine ba te?” Hîzqiya got: “Ji welatekî dûr, ji Babîlê hatine ba min.” 4 Îşaya got: “Li qesra te çi dîtin?” Hîzqiya got: “Her tiştên di qesra min de heye dîtin, tiştek nema ku min ji xezîneyên xwe nîşanî wan neda.” 5 Îşaya ji Hîzqiya re got: “Li gotina Xudanê Karîndar guhdarî bike. 6 Xudan dibêje: ‘Wê ew roj were ku hemû tiştên di qesra te de û hemû tiştên heta niha bav û kalên te dane hev, wê bibin Babîlê. Wê tu tişt nemîne. 7 Hinek ji kurên te, yên ji bedena te çêbin, wê bibin û li qesra Padîşahê Babîlê nemêr bikin.’” 8 Hîzqiya ji Îşaya re got: “Gotina Xudan a ku tu dibêjî baş e.” Çimkî di dilê xwe de digot: “Jixwe wê di rojên min de aştî û ewlehî pêk bê.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey