Îşaya 38 - Kurmanji ÎncîlNexweşiya Hîzqiya ( Padîşah II, 20:1-11 ; Dîrok II, 32:24-26 ) 1 Di wan rojan de Hîzqiya nexweş ket û li ber mirinê bû. Îşayayê Pêxemberê kurê Amots hat ba wî û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Wesiyetê li mala xwe bike, çimkî tê bimirî. Tê baş nebî.’” 2 Hîzqiya berê xwe da dîwêr, ji Xudan re dua kir 3 û got: “Ax, ya Xudan, lava dikim bîne bîra xwe ku çawa bi te re bi dilsozî û bi tevahiya dilê xwe meşiyam û tiştên di çavê te de qenc in kirin.” Piştre Hîzqiya bi dilekî şewat giriya. 4 Gotina Xudan ji Îşaya re hat û got: 5 “Here ji Hîzqiya re bêje: ‘Xwedayê bavkalê te Dawid Xudan wiha dibêje: Min duaya te bihîst, hêsirên çavê te dît. Ezê panzdeh salan bixim ser rojên te. 6 Ezê te û vî bajarî ji destê Padîşahê Aşûrê rizgar bikim û vî bajarî biparêzim. 7 Wê ev yek ji te re bibe nîşana Xudan ku tişta gotiye bike: 8 Ezê siya tavê ya ku dikeve ser derenceyên Ahaz deh derence kêm bikim.’” Bi vî awayî siya tavê ya li ser derenceyan deh derence kêm bû. 9 Nivîsa Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê ev e ku piştî ji nexweşiya xwe şifa dît: 10 Min got: “Ezê di nîvê rojên xwe de Di dergehê diyarê miriyan re derbas bim. Ezê ji salên xwe bêpar bim.” 11 Min got: “Ezê Xudan li diyarê zindiyan nebînim, Ezê di nav şêniyên dinyayê de Êdî li mirovan nenêrim. 12 Mala min wekî konê şivanan Ji min hate hildan û rakirin. Min jiyana xwe wekî tevinkarekî pêça, Xudan ez ji tevnê birîm. Şev û roj tu dawiya min tînî. 13 Heta sibê li benda te mam. Wekî şêr, ew hestiyên min dişikêne, Şev û roj tu dawiya min tînî. 14 Wekî hechecikê, wekî qulingê, Çîveçîva min bû. Wekî kevokê ez naliyam. Çavê min ji nêrîna jor westiya. Ya Reb, zilmê li min dikin, Tu bibe parêzvanê min. 15 “Ez çi bêjim? Yê ku ji min re got û kir ew e. Ji ber dilnexweşiya xwe, Ezê di salên jiyana xwe de bi giranî bimeşim. 16 Ya Reb, mirov bi wan dijîn, Jiyana ruhê min jî hemû di wan de ye. Loma tu min baş bike û bide jiyandin. 17 Va ye, ev dilnexweşiya min a zêde Ji bo aştiya min bû. Te ji canê xwe hez dikir Û te ez ji çala rizîbûnê xilas kirim. Çimkî te hemû gunehên min avêt pişt guhê xwe. 18 Çimkî diyarê miriyan ji te re spas nake, Mirin pesnê te nade. Kesên ketin çala mirinê Hêviya xwe bi dilsoziya te ve girê nadin. 19 Kesên dijîn, tenê kesên dijîn, Ji te re spas dikin, Wekî ez îro dikim. Wê bav dilsoziya te ji zarokan re bide zanîn. 20 Wê Xudan min rizgar bike. Emê di hemû rojên jiyana xwe de li Mala Xudan, Stranan bêjin û li sazan bixin.” 21 Îşaya gotibû: “Bila bastîqê hejîran bînin, deynin ser kunêrê û wê baş bibe.” 22 Hîzqiya gotibû: “Nîşana ku ezê herim Mala Xudan, wê çi be?” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey