Îşaya 36 - Kurmanji ÎncîlGefxwarina Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê ( Padîşah II, 18:13-37 ; Dîrok II, 32:9-19 ) 1 Di çardeh saliya padîşahiya Hîzqiyayê Padîşah de Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê li dijî hemû bajarên bisûr ên Cihûdayê derket û ew standin. 2 Padîşahê Aşûrê fermandarê xwe bi artêşa mezin re ji Laxîşê şand Orşelîmê ba Hîzqiyayê Padîşah. Fermandar hat û li ber Zeviya Kincşûştinê li ber coya li ba Hewza Jorîn sekinî. 3 Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê ku berpirsê qesrê bû, Şevnayê nivîsende û Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, çûn pêşwaziya wî. 4 Fermandar ji wan re got: “Ji Hîzqiya re bêjin: ‘Padîşahê Mezin, Padîşahê Aşûrê wisa dibêje: Tu bi çi yê xwe ewle yî? 5 Tu dibêjî ji bo şer pîlan û hêza min heye, lê tenê ev gotinên vala ne. Tu bi kê ewle yî ku tu li dijî min radibî? 6 Va ye tu bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye. 7 Heke tu ji min re bêjî: Em bi Xwedayê xwe Xudan ewle ne. Ez dibêjim: Ma ew ne ew îlah e ku Hîzqiya bilindciyên perizînê û gorîgehên wî tune kirin?! Ma wî ji gelê Cihûda û Orşelîmê re negot: Divê hûn li ber vê gorîgehê biperizin’?! 8 “Niha were, bi xweyê min Padîşahê Aşûrê re şert bigire. Heke tu bikarî siwaran peyda bikî, ezê du hezar hespan bidim te. 9 Gava ji bo erebeyên şer û siwaran bi Misriyan ewle bibî, tê çawa xulamên herî biçûk ên xweyê min têk bibî? 10 Ma ez bêyî destûra Xudan rabûm ku vî welatî xera bikim? Na! Xudan ji min re got: ‘Li dijî vî welatî rabe û xerab bike.’” 11 Êlyaqîm, Şevna û Yoah ji fermandar re got: “Em lava dikin ji van xulamên xwe re bi zimanê aramî bêje, çimkî em bi vî zimanî dizanin. Bi me re bi zimanê îbranî nepeyive. Gelê li ser dîwêr guhdariya me dike.” 12 Fermandar got: “Ma xweyê min ez şandim ku ez bi tenê ji te û xweyê te re van gotinan bibêjim? Ev xeber ji gelê li ser dîwêr rûniştî re jî hate şandin. Tevli we, wê ew jî gûyê xwe bixwin û mîza xwe vexwin.” 13 Fermandar sekinî û bi dengekî bilind bi zimanê îbranî qîriya û got: “Gotinên Padîşahê Mezin, Padîşahê Aşûrê bibihîzin! 14 Padîşah wiha dibêje: ‘Hîzqiya bila we nexapîne! Çimkî wê nikaribe we rizgar bike. 15 Hîzqiyayê ku dibêje: Wê Xudan me esse rizgar bike û wê ev bajar nekeve destê Padîşahê Aşûrê, bila neke ku hûn bi Xudan ewle bin. 16 Guhdariya Hîzqiya nekin.’ Çimkî Padîşahê Aşûrê wiha dibêje: ‘Teslîm bibin, werin xwe bavêjin bextê min. Bila niha herkes ji mêwa xwe û ji darhejîra xwe bixwe û ji bîra xwe avê vexwe. 17 Paşê ezê bêm û we bînim welatekî nû yê wekî welatê we, welatekî şerab û dexil e, welatê nan û rêz e. 18 Bila Hîzqiyayê ku dibêje wê Xudan me rizgar bike we nexapîne. Gelo ji îlahên gelan, heta niha kîjan îlah welatê xwe ji destê Padîşahê Aşûrê rizgar kiriye? 19 Ka îlahên Hama û Arpadê li ku ne? Ka îlahên Sefarwayîmê li ku ne? Gelo wan Samerya ji destê min rizgar kiriye? 20 Di nava hemû îlahên van welatan de, îlahên ku welatên xwe ji destê min rizgar kirine kî ne ku Xudan Orşelîmê ji destê min rizgar bike?’” 21 Wan dengê xwe nekir û bersiva wî neda. Çimkî emrê padîşah wiha bû: “Bersiva wî nedin.” 22 Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê berpirsê qesrê, Şevnayê nivîsende, Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, kincên xwe çirandin, hatin ba Hîzqiya û gotinên fermandar jê re gotin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey