Îşaya 35 - Kurmanji ÎncîlSerweriya Xudan 1 Wê çol û deşta ziwa şa bibe, Wê berî dilgeş bibe, Wek gulan kulîlk bide. 2 Wê her der bibe kulîlk, Wê şa be û bi kêf biqîre. Wê rûmeta Lubnanê, Rewnaqiya Karmel û Şaronê bê dayîn. Wê rûmeta Xudan, Rewnaqiya Xwedayê me bibînin. 3 Destên qels hêzdar bikin, Çokên sist bişidînin. 4 Ji kesên dilbitirs re bêjin, “Hêzdar bin, netirsin, Va ye Xwedayê me! Tê ku tolê bistîne, Tê ku heyfê hilde. Ew bi xwe tê û wê we rizgar bike.” 5 Wê gavê wê çavên koran vebin, Guhên keran jî vebin. 6 Wê gavê wê zilamê kulek Wek xezalê bipengize, Zimanê lal bi şahî biqîre. Çimkî wê li beriyê av bizê Û li çol û deştê çem rabin. 7 Wê quma sincirî bibe gol, Axa tî jî bibe kaniyên avê. Wê warê çeqelan bibe qamîş, Bibe zil û giya. 8 Wê li wir riyeke mezin hebe, Wê jê re “Riya Pîroz” bêjin. Wê zilamê nepak di wê derê re derbas nebe, Wê ya kesên riya Xudan be. Kesên di wê riyê re derbas dibin, Ehmeq bin jî, wê jê averê nebin. 9 Wê şêr nebin tê de, Heywanên hov dernekevin ser wê riyê. Wê li wir nebin, Wê rizgarbûyî tê de bimeşin. 10 Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin, Wê bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê, Wê nalîn û keder bireve û here. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey