Îşaya 34 - Kurmanji ÎncîlWê Xwedê miletan ceza bike 1 Miletno, ji bo bihîstinê nêzîk bibin! Gelno, baş guhdarî bikin! Bila dinya û hemû tiştên wê, Rûyê erdê û hemû tiştên jê bibihîzin. 2 Çimkî Xudan ji hemû miletan hêrs bûye, Li dijî hemû artêşên wan hat xezebê. Wî ew bi tevahî tune kirin, Wî ew dan ber serjêkirinê. 3 Wê kuştiyên wan bavêjin derve, Wê laşên wan bêhn bide. Wê çiya bi xwîna wan bê avdan. 4 Wê hemû nexşên ezmanan birizin, Wê ezman wekî lûlikên nivîsê bên pêçan. Wê hemû nexşên ezmanan biçilmisin, Wekî pelê mêwê biçilmise, Wekî fêkiyê darhejîrê diçilmise. 5 Dibêje: “Çimkî şûrê min heta ku têr bû, Li ezmanan vexwar. Va ye, wê bi ser Edomê ve bikeve, Ew gelê ku min Ji kokê ve biryara tunekirina wî daye.” 6 Şûrê Xudan bi xwînê tije bû. Bi bez têr bû, Bi xwîna berx û nêriyan Û bi bezê gurçikên beranan. Çimkî qurbaneke Xudan li Bosrayê, Serjêkirina wî ya mezin li welatê Edomê heye. 7 Wê gakovî bi wan re, Boxe jî bi conegayan re bikevin erdê. Wê welatê wan bi xwînê têr bibe, Wê axa wan bi bez berdar bibe. 8 Çimkî rojeke Xudan a tolstandinê, Ji ber doza Siyonê, saleke hesabê heye. 9 Wê geliyên Edomê bizivirin qîrê, Wê axa wê bizivire kukurdê. Wê welatê wê bibe qîra şewatê. 10 Wê bi şev û roj netefe, Dûyê wê her û her bajo. Wê nifş bi nifş wêrane be, Heta hetayê wê tu kes tê re derbas nebe. 11 Wê bibe warê bûm û jîjoyan, Wê bûm û qijak lê rûnin. Wê Xudan benê tevliheviyê Û şaqulê valahiyê li ser wê bitikîne. 12 Wê pêşengên wê jê re bêjin: “Li wir padîşahî tuneye.” Wê dawiya hemû serekên wê bê. 13 Wê li bircên wan dirî, Li kelehên wan devî û giyayê gezgezkê derkevin. Wê bibe warê çeqelan û hewşa kundan. 14 Wê heywanên çolê û keftar li wê derê hev bibînin, Nêrî gazî hevalên xwe bikin. Wê Lîlît jî şevê li wir rihetî bike, Cihê bêhnvedanê peyda bike. 15 Wê kund hêlîna xwe li wê derê çêke. Wê hêkên xwe bike, têjikan derxe Û li ber siya xwe bicivîne. Wê başok li wê derê bicivin û bibin cot. 16 Di nivîsa Xudan de lê bigerin bixwînin û lê bikolin. Wê tu tiştek ji van kêm nemîne, Wê hemû heywan nêr û mê cot bibin. Çimkî devê Xudan emir kir, Ruhê wî ew civandin. 17 Wî ji bo wan pişk avêt. Destê wî bi benê pîvanê, Welat di nav wan de parve kir. Wê ew der her û her bibe milkê wan, Wê nifş bi nifş li wir rûnin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey