Îşaya 33 - Kurmanji ÎncîlWey li zordarên gelê Xwedê 1 Wey li te ku xera dike, Li te ku nehatiye xerakirin. Bêbexto, bêbextî li te nehat kirin! Dema tu dev ji xerakirinê berdî, Tê jî bêyî xerakirin. Gava tu bêbextiya xwe xilas bikî, Wê bêbextî li te jî bê kirin. 2 Ya Xudan, li me were rehmê, Em li benda te ne. Tu bibe zendê me her sibe, Rizgariya me ya di dema tengasiyê de. 3 Ji ber dengê xirecirê gel reviyan, Gava tu rabûyî milet belav bûn. 4 Çawa kulî zeviyan talan dikin, Wê malê we jî wisa bê talankirin. Wê wekî koma kuliyan, bavêjin ser we. 5 Xudan berz e, Çimkî li jor rûdine. Siyonê bi heqî û edaletê tije dike. 6 Ew ewlehiya serdemên te ye, Rizgarî, şehrezayî û zanîn wê zêde bibe. Tirsa Xudan xezîneya gel e. 7 Va ye, mêrxasên wan li kuçeyan dikin hewar, Qasidên aştiyê bi qurîn digirîn. 8 Riyên mezin vala ne, Rêwî tunene. Dijmin peyman xera kir, Şahid red kirin. Mirov bêqedir kirin. 9 Welat şîn dike û diçilmise, Lubnan şerm û qels dike. Deşta Şaronê wekî beriyê ye. Başan û Karmel pelên xwe diweşînin. Xwedê gelan hişyar dike 10 Xudan dibêje: “Niha ezê rabim. Niha ezê xwe bilind bikim, Niha ezê berz bibim.” 11 Hûnê bi giyayê ziwa bihemil bin û pûş bînin. Wê hilma we bibe agir Û we bixwe û biqedîne. 12 Wê gel wekî kilsê bişewitin, Wê wekî diriyên ku tên birîn Û di êgir de tên daqurtandin. 13 Ya kesên li dûrî, karê min bibihîzin! Kesên li nêzîk, hêza min binasin. 14 Gunehkarên Siyonê tirsiyan, Lerzekê bi xwedênenasan girt. Dibêjin: “Ma kî ji me dikare li ber agirê bimîne Ku dixwe û tune dike? Kî ji me dikare li ber pêtên herheyî rûne?” 15 Kesê di riya heq de diçe û ya rast dibêje, Kesê qezenca bi zordariyê red dike, Kesê destê xwe ji bertîlê dûr digire, Kesê guhê xwe ji gotinên xwînrijandinê re digire Û ji bo xerabiyê nebîne, çavê xwe digire, 16 Ev kes wê li cihên bilind rûne Û wê sitara wî asêgehên li ser zinaran be. Wê nanê wî bê dayîn, Wê qet bêav nemîne. Padîşah li Orşelîmê 17 Wê çavên te li padîşah Tevî hemû bedewiya wî binêrin, Wê welatê berfireh bibînin. 18 Wê dilê te li ser sawê bifikire û bêje: “Ka kesê hat û hejmart? Ka kesê pîva? Ka kesê birc hejmartin?” 19 Tê êdî wî gelê zordar nebînî, Ew gelê peyivîna biyanî ku tu fêm nakî Û zimanê lal ku tu tênagihîjî. 20 Li Siyona bajarê cejnên me binêre! Wê çavên te Orşelîmê, Wekî cihekî bêxem û konekî zexim bibîne Ku singên wî her û her nayên derxistin Û hemû werîsên wî qet naqetin. 21 Lê wê Xudanê mezin li wir bi me re be, Li welatê newal û çemên mezin Ku gemiyên bi bêrik tê re derbas nebin Û keştiyên mezin neborin. 22 Çimkî Xudan dadgerê me ye, Xudan qanûna me daniye, Xudan Padîşahê me ye. Wê esse me rizgar bike. 23 Werîsên gemiyên te sist bûn. Nikarin binê singê zexim bikin Û babirkê vekin. Wê gavê wê talanê mezin bê parvekirin, Wê kulek jî bişelînin. 24 Wê tu şêniyê li wir nebêje: “Ez nexweş im.” Wê gelê li wir rûdine Ji neheqiya xwe bê bexişandin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey