Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 32 - Kurmanji Încîl


Padîşahê adil

1 Va ye, wê padîşahek bi heqiyê padîşahiyê bike, Wê serek bi edaletê serwerî bikin.

2 Wê her yekî ji wan Wekî dereke mirov xwe ji bayê vedişêre, Wekî sitara taviyê, Wekî coyên avê yên dera ziwa, Wekî siya zinarê bilind Li dera westayiyan be.

3 Wê çavên kesên dibînin neyên girtin Guhên kesên dibihîzin guhdarî bikin.

4 Wê dilên kesên nefikirîn fêm bikin, Wê zimanên lal zû û zelal bipeyivin.

5 Wê êdî ji ehmeq re camêr, Ji bênamûs re birûmet neyê gotin.

6 Çimkî ehmeq ehmeqiyê dike Û bi dilê xwe neheqiyê dike Ku fesadiyê bike, Li ser Xudan tiştên şaş bibêje, Vala bihêle zikê birçiyan Û avê nede tîbûyiyan.

7 Riyên kesên bênamûs xerab in. Ew pîlanên xerabiyan çêdikin Ku gava hejar di doza xwe de mafdar jî be, Wî bindestî bi gotinên derew xera bike.

8 Lê camêr pîlanên camêrane dike, Ew bi karên camêrane li ser lingan dimîne.


Jinên Orşelîmê

9 Ya jinên bêxem! Rabin, dengê min bibihîzin. Keçên di nav ewlehiyê de dimînin, Guh bidin gotina min.

10 Piştî salekê bi çend rojan, Hûnê bilerizin, ya jinên ewle. Çimkî wê dema çinîna rezan biqede, Wê dema çinîna fêkiyan neyê.

11 Bilerizin, jinên bêxem! Bihejin, jinên di nav ewlehiyê de dimînin! Cilên xwe derxin, Xwe tazî bikin Û çûx li navtenga xwe girê bidin!

12 Li ser zeviyên berdar, Li ser mêwên biber, Li singê xwe bixin,

13 Li ser axa gelê min Ku devî û dirî derkevin, Li ser hemû malên şahiyê Yên li bajarê şên jî.

14 Çimkî wê qesir bê berdan, Wê bajarê qelebalix bê terikandin. Wê serê gir û birca çavdêr, Her û her bibe şikeft, Şahiya kerên çolê Û çêreya keriyan.

15 Heta ku ruhekî ji jor ve bi ser me de bê rijandin, Çol bibe bexçeyê biber Û bexçeyê biber jî bibe daristan, wê wisa be.

16 Wê heqî li çolê bimîne, Edalet jî li bexçeyê biber rûne.

17 Wê karê edaletê, aştî Û encama wê, rihetî û ewlehiya herheyî be.

18 Wê gelê min li warê aştiyê, Li avahiyên ewle Û li derên rihet û bêxem rûne.

19 Lê wê daristan bi tevahî ji navê rabe Û bajar bi tevahî bê nizimkirin.

20 Xwezî bi we ku li ber hemû avan tovên xwe biçînin Û ga û kerê xwe serbest berdidin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan