Îşaya 31 - Kurmanji ÎncîlWey li wan ku bi Misrê ewle ne 1 Wey li wan ku ji bo alîkariyê diçin Misrê, Xwe dispêrin hespan. Ji ber ku pir in, bi erebeyên hespan, Ji ber ku pir hêzdar in, bi siwaran ewle ne. Lê li Pîrozê Îsraêl nanêrin, Li Xudan nagerin. 2 Lê belê Xudan şehreza ye. Ew xerabiyê tîne, Gotinên xwe bi şûn de nastîne. Wê li dijî mala xeraban, Li dijî alîkarên kesên neheq rabe. 3 Lê Misrî mirov in, ne Xwedê ne! Hespên wan jî goşt in, ne ruh in! Gava Xudan destê xwe dirêj bike Wê alîkar biterpile, Kesê alîkariyê distîne jî dikeve. Tev bi hev re telef dibin. 4 Çimkî Xudan ji min re wiha got: “Şêr an şêrê ciwan Çawa li ser nêçîra xwe bike himîn Û ji dengê koma şivanên li dijî wî xem nexwe, Ji qajewaja wan venaciniqe, Wê Xudanê Karîndar wisa dakeve Ku li ser Çiyayê Siyonê û girê wê şer bike. 5 Çawa ku teyr difirin, Wê Xudanê Karîndar Orşelîmê wisa biparêze. Wê biparêze û azad bike, Di ser wê re derbas be û rizgar bike.” 6 Îsraêlîno! Li Xudanê ku we ewqas lê bêbextî kir vegerin! 7 Çimkî wê tevahiya we wê rojê Pûtên xwe yên zîvîn û zêrîn bavêjin, Yên ku destên we yên gunehkar çêkirin. 8 Wê Aşûr bi şûr bikeve, Lê ne bi şûrê mirovan. Wê şûr daqurtîne, Lê ne şûrê însanan. Wê ji ber şûran birevin Û xortên wê bibin suxrevan. 9 Wê zinarê wê ji sawê tune bibe, Serekên wê ji ber alê bişikên. Ev e gotina Xudanê ku agirê wî li Siyonê ye û tenûra wî li Orşelîmê ye. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey