Îşaya 30 - Kurmanji ÎncîlWey li gelê serhişk 1 Gotina Xudan ev e: “Wey li kurên serhildêr! Kesên pîlanan dikin, Lê ne yên min. Ew peymanan çêdikin, Lê ne bi ruhê min re. Bi vê yekê guneh li ser gunehan dikin. 2 Ew diçin Misrê Ku xwe bispêrin sitara Firewn Û bikevin bin siya Misrê, Lê ji min napirsin. 3 Wê spartina Firewn ji bo we şerm, Ketina bin siya Misrê, ji bo we riswatî be. 4 Tevî ku serekên wan li Soanê bûn Û qasidên wan gihîştibûn Hanêsê jî, 5 Herkes ji ber gelê bi kêrî wan nayê şerm dike. Wê ew gel ne alîkariyê, ne jî feydeyê, Lê tenê şermezarî û riswatiyê bîne.” 6 Peyama li ser heywanên Negevê: “Di nav welatê tengasî û serêşanê re, Di nav şêrên mê û nêr, Koremar û tîremaran re, Dewlemendiya xwe li ser pişta keran Û xezîneyên xwe li ser pişta deveyan, Ji gelê bi kêrî wan nayê re dibin. 7 Çimkî alîkariya Misrê pûç û beredayî ye, Loma min navê wir kir ‘Rahava Bêkêr.’ 8 “Niha here, li pêş wan, Vê yekê li ser lewheyekê binivîse, Di nivîsê de qeyd bike Ku ji bo dema bê re Bibe şahideke herheyî. 9 Çimkî ew miletekî serhildêr e, Zarokên derewkar in, Zarokên ku naxwazin Şerîeta Xudan bibihîzin. 10 Ew ji zanyaran re dibêjin: ‘Nebînin.’ Ji pêxemberan re jî dibêjin: ‘Pêxemberiya tiştên rast nekin, Ji me re tiştên hêsan bêjin. Bi hîle pêxemberî bikin. 11 Xwe ji ser rê bidin alî, Ji rêçikan derkevin. Pîrozê Îsraêl ji pêş me rakin.’” 12 Loma Pîrozê Îsraêl wiha dibêje: “Ji ber ku hûn vê peyvê red dikin, Bi zordestî û hîlekariyê ewle dibin Û xwe dispêrin wan, 13 Ev xerabî wê ji we re, Wekî qelşa dîwarekî bilind bibe Ku diwerime û li ber ketinê ye. Wê hilweşîna dîwêr jinişkave û di cih de bê. 14 Şikandina wî wê bibe wekî kafika cerçêker Ku tu kes li ber wî nekeve û perçe dibe. Bi perçeyekî wê, Wê nikaribin ji tifikê pariyek êgir, Ji bîrê jî qurtek av derxin.” 15 Çimkî Reb Xudan, Pîrozê Îsraêl wiha dibêje: “Bi veger û arambûnê, Hûn rizgar dibin. Hûn bi rihetî û ewlebûnê Hêzdar dibin. Lê hûn naxwazin! 16 We got: ‘Na! Emê li hespan siwar bibin û birevin.’ Belê hûnê bi rastî jî birevin. We got: ‘Emê li hespên beza siwar bibin.’ Belê kesên dane pey we jî wê lingsivik bin. 17 Wê hezar kes bi tirsandina kesekî birevin. Bi tirsandina pênc kesan hûnê hemû birevin, Heta hûn tenê bimînin, Wekî nîşanekî serê çiyê Û aleke li ser girekî. 18 “Dîsa jî Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye.” Wê Xwedê gelê xwe pîroz bike 19 “Ya gelê Siyonê, şêniyên Orşelîmê! Bi rastî, êdî tê negirî. Helbet wê Xudan li ser hewara te Keremê nîşanî te bide. Çaxê bihîst, wê bersiva te bide. 20 Reb nanê tengasiyê Û ava cefayê bide te jî Wê Mamosteyê te êdî xwe veneşêrin. Çavên te Mamosteyê we bibînin. 21 Gava tu ber bi aliyê rastê An bi aliyê çepê ve averê dibî, Wê guhên te ji paş ve, Vê gotinê bibihîzin: ‘Rê ev e, di vê riyê re herin!’ 22 Wî çaxî hûnê pûtên xwe yên bi zîvê kiraskirî Û pûtên xwe yên bi zêr rijandî Qirêj û mirdar bikin. Hûnê wan wekî tiştekî pîs bavêjin Û ji wan re bêjin: ‘Biqeşitin!’ 23 “Ji bo tovê ku tu diçînî axê Wê baran bide te. Nanê ku ji axê derkeve, Wê baş û zêde be. Wê rojê wê dewarên we Li mêrga fireh biçêrin. 24 Ga û kerên ku axê dajon, Wê êmê xwêkirî bixwin Ku bi melhêbê hatiye dêrandin. 25 Di roja serjêkirina mezin a ku birc dikevin de, Wê li ser her çiyayê mezin Û li ser her girê bilind, Çem û lehî biherikin. 26 Roja ku Xudan şikestiyên gelê xwe pêça Û birîna bi lêxistina xwe çêkiriye qenc kir, Wê ronahiya heyvê wekî ronahiya rojê bibiriqe. Wê ronahiya rojê heft qat be, Wekî ronahiya heft rojan.” Wê Xwedê Aşûrê ceza bike 27 Va ye, navê Xudan ji dûrî ve tê. Hêrsa wî rabû, Di nav dûyê bilind dibe de pê dikeve. Lêvên wî bi xezebê tije, Zimanê wî wekî agirekî ku dixwe û tune dike. 28 Hilma wî wekî lehiyê ye Bi qasî bejna mirovekî rabûye. Wê miletan Di bêjinga helakê re derbas bike Û lixabekê li devê gelan bixe Ku wan averê dike. 29 Lê çawa hûn şeva cejnê pîroz dikin, Hûnê stranan bêjin. Wê dilê we şa bibe, Çawa ku hûn tevî dengê bilûrê Hildikişin Çiyayê Xudanê Zinarê Îsraêlê. 30 Wê Xudan dengê xwe yê biheybet bide bihîstin. Bi hêrsa rabûyî, bi pêta agirê ku dixwe û tune dike, Bi qelişîna ezmanan, bi tavî û bi zîpikê, Zendê xwe nîşan bide. 31 Çimkî wê Aşûr bi dengê Xudan bişikê, Gava ew bi darê xwe lê bixe. 32 Wê bi her derba gopalê Xudan ê terbiyekirinê li wan dixe re, Def û tembûrê bi hev re lêxin. Xudan wê şûrê xwe bihejine Û li dijî wan şer bike. 33 Çimkî Tofet ji zû ve hat amadekirin, Erê, ji bo padîşah hat amadekirin! Wî ew kûr û fireh kir. Loda wî agir û gelek êzing e. Hilma Xudan wek lehiya kukurdê wê pê dixe. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey