Îşaya 3 - Kurmanji ÎncîlLi Orşelîmê tevlihevî 1 Çimkî niha Reb Xudanê Karîndar, Ji Orşelîm û Cihûdayê Piştgirî û alîkariya wan radike. Ew hemû piştgiriya wan a nan û avê, 2 Mêrxas û şervan, Dadger û pêxember, Falbaz û rîspî, 3 Serpêncî û zilamê rûmetdar Şêwirmend û sêrbazê şehreza, Remildarê pispor radike. 4 Ezê zarokan ji wan re bikim serwer, Wê zarokên biçûk serweriya wan bikin. 5 Wê gel li hev, Her kes li cîranê xwe zilmê bike. Wê zarok li rîspiyan, Beredayî li kesê rûmetdar bêedebiyê bike. 6 Wê zilamek li mala bavê xwe Ji birayê xwe re bêje: “Qet nebe xiftanê te heye! Rabe bibe serwerê me, Bila ev wêrane di bin destê te de be.” 7 Lê wê rojê birayê wî, Wê dengê xwe bilind bike û bêje: “Ez nikarim birînan bipêçim, Li mala min ne nan, heye, ne jî xiftan. Min nekin serwerê gel.” 8 Orşelîm terpilî bû, Cihûda ketibû. Çimkî gotin û kirina wan li dijî Xudan e, Li dijî hizûra rûmeta wî serhildêr in. 9 Reng û rûyê wan Li dijî wan şahidiyê dike. Gunehên xwe wek Sodomê Bi eşkereyî dibêjin, qet venaşêrin. Wey li wan! Çimkî wan xerabî anî serê xwe. 10 Ji yên rast re bêjin, wê qencî bi wan bibe. Çimkî wê berê kirinên xwe bixwin. 11 Wey li xeraban! Wê xerabî bi wan bibe, Wê kirina destên wan bê pêşiya wan. 12 Zarok in zordarên gelê min, Jin serweriya wan dikin. Ya gelê min! Rêberên te, Te ji rê derdixin. Rêçikên tu lê dimeşî tevlihev dikin. 13 Xudan ji bo doza xwe rabû, Ji bo dîwana gelan bike sekinî. 14 Xudan bi rîspî û serekên gel re Dîwanê dike û dibêje: “Yê ku rez xwarine û qedandine hûn in, Malê talanê bindestan di xaniyên we de ne. 15 Ma çi bi we bûye ku hûn gelê min diperçiqînin Û rûyê bindestan dihêrin?” Ev e gotina Reb Xudanê Karîndar. Gazina ji jinên Orşelîmê 16 Xudan got: “Madem keçên Siyonê pozbilind in, stûyê xwe dirêj dikin, çav dişikênin û diçin, xirxalên lingên wan dikin şingînî, xwe dihejînin û rêve diçin, 17 ji ber vê yekê wê Reb serê wan gurî bike û Xudan eyba wan veke.” 18 Wê rojê wê Reb xweşikbûna xirxalan, tîtik, heyvik, 19 guhar, bazin, xêlî, 20 şerpe, zendik, piştênk, şûşên miskê, nivişt, 21 gustîl, xizêm, 22 cilên cejnan, kûlav, xiftan, kîsik, 23 neynikên destan, cilên kitên, kum û çarikan ji navê rake. 24 Wê di şûna bêhna xweş de bêhna pîs, Di şûna piştênkê de benik, Di şûna lûrelûra keziyan de serê keçel, Di şûna cil û bergên bixemil de çûx, Di şûna bedewiyê de daxkirin hebe. 25 Wê mêrên we bi şûr, Mêrxasên we di şer de bikevin. 26 Wê dergehên bajêr bikin axîn û şînê bikin, Perîşan bimînin û li ser axê rûnin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey