Îşaya 29 - Kurmanji ÎncîlWey li Bajarê Dawid 1 Wey li Ariyêl, Ariyêl! Li bajarê ku Dawid artêşgeh lê danî! Keremke! Salan bavêje ser salan! Bila cejn ji hev neqetin! 2 Lê ezê Ariyêlê bixim tengasiyê. Wê bibe şîn û girîn. Wê Orşelîm ji bo min bibe wekî ariyêlekê. 3 Ezê li dijî te artêşgehê çeper bikim, Ezê bi bircan te dorpêç bikim, Li ber sûrên xwe palan çêkim. 4 Tê bêyî nizimkirin Û ji erdê bipeyivî. Wê ji nav tozê gotina te were. Wê dengê te wek dengê miriyan ji erdê were, Wê gotina te bibe pistepist Û ji nav axê derkeve. 5 Êrê wê qelebalixa dijminên te wek toza hûr be, Wê qelebalixa zordaran wek hûrika kayê bifire. Lê di cih de, jinişkave, 6 Wê Xudanê Karîndar Bi dengê brûskê, Bi erdhej û xirecirê, Bi bahoz û taviyê, Bi pêta agirê bi şewat, Te ceza bike. 7 Wê qelebalixa hemû miletan a li dijî Ariyêlê şer dikin, Hemû kesên li dijî wê û birca wê şer dikin Yên wê dixin tengasiyê, Wê wekî xewnê, Wekî dîtiniya şevê bin. 8 Çawa ku mirovê birçî Di xewnê de xwarinê dixwe Û çaxê hişyar be, hê birçî ye, Çawa ku mirovê tî Di xewnê de avê vedixwe Û çaxê hişyar be, hê ji tîbûnê helak dibe, Qelebalixa hemû miletan wê wiha be Ku li dijî Çiyayê Siyonê şer dikin. 9 Xwe şaşomaşo bikin, Şaş û metel bimînin. Xwe kor bikin û nebînin. Serxweş bin, lê ne bi şerabê, Bişewişin, lê ne ji ber meyê. 10 Çimkî Xudan ruhekî xewa giran Bi ser we de rijand. Pêxemberno! Wî çavên we girtin! Zanyarno! Wî serên we nixamtin! 11 Ji bo we, her dîtinî Bû wekî gotinên nivîsa morkirî. Heke wê bidin kesê bi xwendinê dizane Û bibêjin: “Em lava dikin, tu vê nivîsê bixwînî” Wê bibêje: “Ez nikarim, çimkî morkirî ye.” 12 Heke ew nivîsê bidin kesê bi xwendinê nizane Û bibêjin: “Em lava dikin, tu vê nivîsê bixwînî” Ew jî dibêje: “Ez bi xwendinê nizanim.” 13 Reb got: “Ev gel bi devê xwe nêzîkî min dibe Û bi lêvên xwe rûmetê dide min. Lê dilê wan ji min dûr e. Tirsa wan a ji min jî, Tenê emrên mirovan in Ku ji wan hîn bûne. 14 Loma ezê careke din kerametan nîşanî vî gelî bidim, Erê ezê karekî nûwaze û matmayî bikim. Wê şehrezabûna şehrezayan nemîne Û fêmdariya fêmdaran bê veşartin.” 15 Wey li kesên ku pîlanên xwe Ji Xudan di kûrahiyê vedişêrin. Karên wan di tariyê de ne. Ew dibêjin: “Ma kî me dibîne? Ma kî bi me dizane?” 16 We her tiştî serobino kir! Ma cerçêker bi gilê re yek e? Ma avahî ji bo kesê ku ew çêkiriye dikare bibêje: “Ma wî ez çêkirime?!” Ma tiştê ku şikil lê hatiye dayîn, Dikare ji bo kesê ku şikil daye re bibêje: “Ma ew ji tiştekî fêm nake?!” Hêviya pêşerojê 17 Ma wê di demeke nêzîk de Lubnanê nebe axeke bi ber? Ma wê zeviyeke bi ber nebe daristan? 18 Wê rojê wê mirovên ker peyvên nivîsê bibihîzin, Wê di nav dû û tariya wan de Çavên koran van tiştan bibînin. 19 Wê bindest şahiya xwe ya bi Xudan zêde bikin, Hejarên nav mirovan bi Pîrozê Îsraêl şa bin. 20 Çimkî wê zordar tune be, Wê tinazkar nemîne. Hemû kesên ji bo xerabiyê disekinin, Wê bên telefkirin. 21 Kesên bi gotinên xwe Mirovan sûcdar dertînin, Li dijî dadgerê dergehê bajêr dafik datînin Û bêsedem heqê rastan dixwin. Wê bên telefkirin. 22 Loma Xudanê ku Îbrahîm rizgar kiriye li ser Mala Aqûb wiha dibêje: “Wê êdî Aqûb şermezar nebe, Wê rûyê wî neçilmise. 23 Çimkî gava ew zarokên xwe li ba xwe bibîne Ku karên destê min in, Wê zarok navê min pîroz bikin. Wê Pîrozê Aqûb pîroz bikin Û ji Xwedayê Îsraêl bitirsin. 24 Kesên ji ruh averê bûne jî, Wê bigihîjin fêmdariyê. Kesên dikin pitepit, Wê bixwazin hîn bibin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey