Îşaya 27 - Kurmanji ÎncîlRizgariya gelê Îsraêl 1 Wê rojê wê Xudan Bi şûrê xwe yê dijwar, mezin û hêzdar, Livyetanê marê ku zû direve, Livyetanê marê ku fetlometlo diçe, ceza bike. Wê ejderhayê li deryayê bikuje. 2 Wê rojê wê Xudan bêje: “Ji bo rezê xweşik, bistrînin! 3 Ez Xudan, ez rezvanê wî me. Ez hergav av didimê. Ji bo tu kes xisarê nedê, Ez bi şev û roj diparêzim. 4 Li ba min xezeb tuneye. Heke ew devî û dirî bide min, Ezê herim û êrîşê wî bikim Û bi tevahî bişewitînim. 5 An na, bila xwe bi hêza min ve bigire. Bi min re aştiyê çêke, Bi min re aştiyê çêke.” 6 Wê di rojên bê de Aqûb kok bide, Wê Îsraêl bûtik bide, kulîlk veke Û tevahiya dinyayê bi fêkiyan dagire. 7 Ma wî çawa li kesên li wan xistine xist, Wisa li wan jî nexist? Çawa kesên ku ew kuştin hatin kuştin, Ma ew jî nehatin kuştin? 8 Xudan bi qewitandin û sirgûnê ew dadbar kirin. Wî bi hilma xwe ya dijwar, Di roja bayê rojhilat de berda wan. 9 Loma wê sûcê Aqûb bi vê bê bexişandin, Wê tevahiya berê rakirina gunehên wan wiha pêk bê: Wê hemû kevirên gorîgehê, Wekî kilsa kutayî biperçiqîne. Êdî wê ne pûtekî Aşêrayê Ne jî gorîgehên bixûrê li ser piyan bimînin. 10 Çimkî bajarê bisûr bi tena serê xwe, Wekî çolê hatiye berdan Û bûye warekî bêkes. Wê golik li wê derê biçêrin, mexel bin. Wê şaxên wê bixwin û biqedînin. 11 Gava guliyên wê hişk bibin, Wê bên jêkirin. Wê jin werin û wan bişewitînin. Çimkî ev gel fêm nake. Loma wê afirandarê wan Li ber wan nekeve, Yê ku şikil daye wan, Wê rehmê li wan neke. 12 Wê rojê wê Xudan ji Ferata bi coş biherike heta Geliyê Misrê, bêndera xwe gêre bike û yek bi yek we bide hev, ya Îsraêlîno! 13 Wê rojê wê li boriya mezin bê xistin û kesên li welatê Aşûrê li ber helakbûnê ne û kesên li welatê Misrê li sirgûnê ne vegerin. Wê li Çiyayê Pîroz, li Orşelîmê li ber Xudan çok bidin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey