Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 26 - Kurmanji Încîl


Strana şahiyê

1 Wê rojê wê li welatê Cihûda ev stran bê gotin: Bajarekî me yê hêzdar heye. Bi sûr û dîwarên wî Xwedê rizgariyê tîne.

2 Dergehan vekin! Miletê rast û dilsoz bikeve hundir.

3 Tu kesê niyeta wan naleqe Di nav aştiyê de diparêzî. Ji bo ew bi te ewle ne, Ew di nav aştiyê de ne.

4 Bi Xudan her û her ewle bin, Çimkî Xudan zinarê herheyî ye.

5 Wî kesên li bilindahiyan rûdinin tewandin. Bajarê bilind nizim dike, Heta erdê, heta axê Ew nizim dike.

6 Wê bajar bikeve bin lingan, Lingên bindestan. Wê di bin gavên belengazan de were perçiqandin.

7 Riya rastan rastî ye, Ya Yê Rast, riya rastan rast dikî.

8 Belê ya Xudan, em di rê û rêbazên te de Li benda te man. Daxwaza dilê me Navê te û salixdana te ye.

9 Bi şevan dilê min te dixwaze, Di hinavê min de, Canê min zû li pey te tê. Çimkî çaxê rêbazên te li dinyayê bin, Wê şêniyên erdê hînî rastiyê bin.

10 Kerem li xeraban bê kirin jî, Rastiyê hîn nabin. Ew li diyarê heqiyê neheqiyê dikin, Heşmeta Xudan nabînin.

11 Ya Xudan, destê te bilind bû, Lê ew nabînin. Bila ew xîreta te ya ji bo gel Bibînin û şerm bikin. Wê agir neyarên te daqurtîne.

12 Ya Xudan, tê aştiyê bidî me. Çimkî her karê me, te ji bo me kir.

13 Ya Xwedayê me Xudan, Ji xeynî te, xweyên din serweriya me kirin, Lê emê tenê salixdana navê te bikin.

14 Ew mirin, wê nejîn. Ew sî ne, wê ranebin. Çimkî te ew ceza û helak kirin, Te bibîranîna wan tune kir.

15 Lê te gel zêde kir, ya Xudan, te gel zêde kir. Tu birûmet î, Te hemû sînorên welêt fireh kirin.

16 Ya Xudan, ew di tengasiyê de li te geriyan, Gava terbiyekirina te gihîşt wan, Wan duaya bêdeng ji nava xwe rijand.

17 Çawa jina li ber zarokanînê êş dikişîne Û ji ber êşên xwe diqîre, Ya Xudan, em jî li pêş te wisa bûn.

18 Em bi zaro man, Me êş kişand. Lê tenê ba ji me re bû. Me ne rizgarî ji dinyayê re anî, Ne jî şêniyan ji erdê re anî.

19 Lê wê miriyên te vejin, Wê bedenên wan rabin. Kesên di nav tozê de dijîn, Şiyar bin û bi kêf biqîrin! Çimkî xunava te xunava ronahiyê ye Û wê dinya miriyên xwe bîne jiyanê.

20 Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundir Û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, Heta ku xezeb derbas bû.

21 Çimkî, va ye Xudan ji cihê xwe dertê. Wê ji ber neheqiyên wan, Şêniyên dinyayê ceza bike. Wê dinya xwîna li ser xwe derxe meydanê, Wê kuştiyan êdî veneşêre.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan