Îşaya 25 - Kurmanji ÎncîlStrana pesindanê 1 Ya Xudan, Xwedayê min tu yî. Ez te birûmet dikim, Ji navê te re şikir dikim. Çimkî te keramet kirin, Te pîlanên bi dilsozî û ewle Ji berê ve kirin. 2 Te bajar kir şikêra keviran, Bajarê bisûr kir wêrane. Te qesra xerîban ji bajarbûnê deranî, Wê êdî tu caran neyê çêkirin. 3 Loma wê gelên hêzdar rûmetê bidin te, Wê bajarên miletên zordar ji te bitirsin. 4 Çimkî tu bûyî keleha belengazan, Keleha hejarên tengasiyê dikişîne. Gava hilma zilamên zordar Wekî taviya li dîwar dixe rabû, Tu li dijî taviyê bûyî sitargeh, Li dijî germê bûyî sî. 5 Çawa siya ewran Germa li dera ziwa dişikêne, Te jî xuşîna xerîban nizim kir. Strana zilamên zordar hat sekinandin. Wê Xwedê ziyafetê bide 6 Wê Xudanê Karîndar ji bo hemû gelan, Li vî çiyayî ziyafeteke xwarinên dewlemendan bide. Wê ziyafeta ji şerabên kevin, Ji xwarinên dewlemendan ên bi rûn tije, Ji şerabên dawerivandî yên kevin bide. 7 Li vî çiyayî Wê xêliya ku hemû gelan dinixême Û çarşefa bi ser hemû miletan ve Hatiye kişandin rake. 8 Belê wê mirin her û her daqurtîne. Wê Reb Xudan hêsirên çavan, Ji hemû rûyan paqij bike. Wê şerma gelê xwe, Ji tevahiya dinyayê rake. Çimkî Xudan wiha gotiye. 9 Wê rojê wê bêjin, “Va ye, Xwedayê me ev e! Em li benda wî man ku e rizgar bike. Xudanê me ev e ku em li benda wî man. Em bi rizgariya wî şa û kêfxweş bin.” Pêxemberiya li dijî Moavê 10 Wê destê Xudan li ser vî çiyayî bimîne. Çawa ka di loda hokê de tê perçiqandin, Wê Moav jî li cihê xwe bê perçiqandin. 11 Çawa soberîvan destên xwe dirêj dike, Wê ew jî destê xwe li wir dirêj bike, Lê wê Xudan pozbilindiya wî, Bi hunera destê wî re nizim bike. 12 Wê Xudan bircên bilind ên sûrên te bişikêne, Wê heta erdê, heta axê nizim bike. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey