Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 24 - Kurmanji Încîl


Gotina li dijî dinyayê

1 Va ye, wê Xudan dinyayê Xerab û wêran bike. Wê rûyê erdê serobino bike, Şêniyên wê belav bike.

2 Gel çawa be, wê kahin jî wisa be. Xulam çawa be, wê xweyî jî wisa be, Xadim çawa be, wê xatûn jî wisa be. Kesê dikire çawa be, wê kesê difiroşe jî wisa be, Xweyê deynan çawa be, wê deyndar jî wisa be, Kesê faîzê dixwe çawa be, wê kesê faîzê dide jî wisa be.

3 Wê dinya seranser bê wêrankirin, Ji serî heta binî bê talankirin. Çimkî Xudan ev yek gotiye.

4 Dinya ziwa dibe û diçilmise. Erd û ezman qels dibe û diçilmise. Giregirên dinyayê qels dibin.

5 Dinya di bin şêniyên xwe de qirêj bû. Çimkî ew ji rêbazên Şerîetê derketin, Wan qanûn binpê kirin. Wan peymana herheyî xera kir.

6 Loma naletê dinya xwar, Şêniyên wê sûcdar derketin. Loma şêniyên dinyayê şewitîn, Mirovên saxmayî kêm in.

7 Şeraba nû çikiya, Mêw çilmisîn, Dilşa hemû dinalin.

8 Şahiya defê sekinî, Dawî li qelebalixa dilgeşan hat. Şahiya çengê sekinî.

9 Wê bi stranan şerabê venexwin, Wê mey ji meyxuran re tehl be.

10 Bajarê tevliheviyê hat şikandin, Her mal hat girtin ku kes nekevê.

11 Ji bo daxwaza şerabê li kuçeyan dikin qareqar, Tevahiya şahiyan tarî bûn, Dilşahiya dinyayê sirgûn bû.

12 Bajar wêrane bû, Dergeh bi lêxistinê hilweşiyan.

13 Ji bo ku zeytûn biweşin li darê xistin çawa be, Efareya tiriyê piştî çinîna rezan maye çawa be, Wê mirovên miletên dinyayê jî wisa bin.

14 Wê mirov dengê xwe bilind bikin, Wê ji kêfa biqîrin. Wê ji ber rewnaqiya Xudan, Rojavayî bi dengê bilind biqîrin.

15 Loma kesên li rojhilat Xudan birûmet bikin! Kesên keviyên deryayan, Navê Xwedayê Îsraêl Xudan birûmet bikin!

16 Em ji her aliyê dinyayê lavijan dibihîzin. Dibêjin: “Rûmet ji Yê rast re.” Lê min got: “Ez nemam, ez nemam. Wey li min! Bêbextan bêbextî kir, Bêbextan gelekî bêbextî kir.”

17 Ya şêniyên dinyayê! Saw, çal û dafik li ser we ye!

18 Kesê ji ber hewara sawê bireve, wê bikeve çalê, Wê kesê ji çalê derkeve jî bikeve dafikê. Çimkî kulekên ezmanan vebûn Û bingeha dinyayê dilerize.

19 Dinya bi tevahî perçiqî, Dinya bi tevahî qelişî, Dinya bi tevahî hejiya.

20 Wê dinya wekî serxweşekî bişewişe, Wekî holikekê biheje. Neheqiya wê li ser wê giran dibe, Wê bikeve û cardin ranebe.

21 Wê rojê wê Xudan Li ezmanan artêşên ezmanan, Li erdê padîşahên erdê ceza bike.

22 Çawa êsîr di çalekê de tên civandin, Wê di zîndanê de bên girtin Û piştî gelek rojan wê bên cezakirin.

23 Wê heyv şermezar bibe, Wê roj sor bibe. Çimkî wê Xudanê Karîndar Li Çiyayê Siyonê, Li Orşelîmê padîşahiyê bike. Wê li pêş rîspiyên xwe Rûmeta xwe nîşan bide.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan