Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 23 - Kurmanji Încîl


Pêxemberiya li dijî Sûrê

1 Peyama li ser Sûrê: Ya gemiyên Tarşîşê, bikin zarîn! Çimkî Sûr wêran bû, Mal û keştîgehên wê jî tunene. Ji diyarê Kîttîmê haya wan hat pêxistin.

2 Ya kesên li keviyan rûdinin, bêdeng bin! Ya bazirganên Saydayê, deryavan tu dewlemend kirî.

3 Ew ji ser ava rabûyî dihatin Ku hatina te ji genimê Şîhorê, Ji dexlê Nîlê be. Tu bazara miletan bûyî.

4 Ya Sayda, şerm bike! Çimkî derya peyivî, Birca deryayê dibêje: “Min ne êş kişand, Ne jî zarok anî. Min ne xort xweyî kirin, Ne jî keç mezin kirin.”

5 Gava xebera Sûrê bigihîje Misrê, Ji ber xeberê Wê êş bikişînin.

6 Derbasî Tarşîşê bibin! Ya kesên li keviyan rûdinin, bikin zarîn!

7 Ma bajarê we yê şahiyê Ku ji demên berê ve heye Û lingên wî hûn birin cihên dûr ku bi cih bibin, ev e?

8 Ma kê pîlana li dijî Sûrê kir? Ma kê pîlana bajarê tac dida kir Ku bazirganên wê mîr, Tacirên wê jî rûmetdarên dinyayê bûn?

9 Xudanê Karîndar ev pîlan kir. Wî kir ku pozbilindiya hemû rewnaqiyê biherimîne Û hemû rûmetdarên dinyayê biçûk bike.

10 Tu diyarê xwe wekî diyarê Nîlê cot bike, Ya Tarşîşa keç, êdî keştîgeh tuneye.

11 Wî destê xwe bi ser deryayê ve dirêj kir, Wî padîşahî lerizandin. Xudan li ser Kenanê emir kir, Wê kelehên wê helak bibin.

12 Wî got: “Tê êdî şa nebî, Saydaya keça xama ya zor lê hatîkirî, Rabe, derbasî Kîttîmê bibe, Lê li wir jî, ji te re rihetî tuneye.”

13 Va ye welatê Kildaniyan! Ew gel êdî tuneye. Aşûrê ew ji heywanên çolê re hiştin. Aşûr bircên xwe ava kirin, Qesrên wan hilweşandin, Wê ew wêran kirin.

14 Bikin zarîn ya gemiyên Tarşîşê, Çimkî keleha we hilweşiya.

15 Piştî wê rojê wê Sûr heftê salan, bi qasî rojên padîşahekî bê jibîrkirin. Gava heftê sal qediya, çîroka strana li ser fahîşê çawa be, wê li ser Sûrê jî wisa be.

16 Çengê hilde û li bajêr bigere, Ya fahîşeya jibîrkirî! Ji bo ku tu werî bîra wan, Baş lêxe, gelek stranan bêje.

17 Gava heftê sal temam bû, wê Xudan serdana Sûrê bike. Lê paşê wê bajar dîsa fahîşetiya bi pere bike. Bi hemû padîşahiyên dinyayê re fahîşetiyê bike.

18 Ya ku bajar ji bazirganiyê û ji fahîşetiyê qezenc kiriye wê ji Xudan re bê veqetandin. Wê nekeve xezîneyê û neyê veşartin. Ji bo ku heta têr bibin bixwin û cil û bergên baş li xwe bikin, wê qezenca wê ji wan kesan re be ku li hizûra Xudan rûdinin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan