Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 22 - Kurmanji Încîl


Pêxemberiya li dijî Orşelîmê

1 Peyama li ser Geliyê Dîtiniyê: Niha çi bi te hat? Hûn çima hemû derketine ser banan?

2 Ya bajarê tije qîrîn, Bajarê qelebalix û şa! Kuştiyên te neketin ber şûran, Ew di şer de nehatin kuştin.

3 Hemû serwerên te bi hev re reviyan, Bêyî tîravêjan hatin girtin. Tevî ew dûr jî reviyabûn, Kesên ji te hatin peydakirin, Hemû bi hev re hatin girtin.

4 Loma min got: “Çavên xwe ji ser min bidin alî Ku ez têra xwe bigirîm. Ji ber zora li ser gelê min, Min teselî nekin.”

5 Çimkî roja Reb Xudanê Karîndar tê. Di wê rojê de, Di Geliyê Dîtiniyê de xirecir, Binpêkirin û tevlihevî tê. Wê bibe gurmegurma dîwaran Û ji çiyayan re bê feryadkirin.

6 Elamiyan tîrdank avêtin pişta xwe, Bi erebeyên şer, bi siwarên xwe re hatin. Gelê Qîrê mertalên xwe bilind kirin.

7 Deştên te yên bijare bi erebeyên şer tije bûn, Siwar li ber dergehên bajêr rêz bûn.

8 Xudan sinca Cihûdayê rakir. Wê rojê tu bi çekên Mala Daristanê ewle bûyî.

9 We gelek qulên Bajarê Dawid dîtin, We li Hewza Jêrîn av da hev.

10 We xaniyên Orşelîmê hejmartin. We xanî hilweşandin ku hûn dikarin sûran zexim bikin.

11 We ji bo ava Hewza Kevin, Di nav du sûran de hewzekê çêkir. Lê we bala xwe neda yê ku ev çêkiriye, Xwedayê ku ji berê ve pîlana vê yekê kiriye.

12 Wê rojê Reb Xudanê Karîndar, Gazî we kir ku hûn bigirîn, Li xwe bixin, porê xwe kur bikin Û çûx li xwe bikin.

13 Lê we kêfa xwe kir û hûn şa bûn. We got: “Em bixwin û vexwin, Çimkî emê sibê bimirin” We pez û dewar serjê kirin, Goşt xwar, şerab vexwar.

14 Xudanê Karîndar bi guhên min da bihîstin û got: “Heta hûn bimirin, wê ev xerabiya we neyê bexişandin.” Reb Xudanê Karîndar dibêje.


Hişyarkirina Şevnayê berpirsiyarê qesrê

15 Reb Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Rabe here ba wî keyayî, Ba Şevnayê berpirsiyarê qesrê Û jê re bêje:

16 ‘Çi karê te li vir heye? Merivê te li vir heye Ku te li vir ji xwe re gor kola? Te li dera jor ji xwe re gor kola, Di zinarê bilindcî de ji xwe re avahî qewirand.

17 Mêrxaso! Wê Xudan te bi şid bavêje. Wê te bigire û biguvêşe,

18 Te dîsa dîsa bizivirîne Û wek gogê bavêje diyarekî fireh. Li wê derê, tê bimirî, Li wê derê, wê erebeyên te yên birûmet bimînin. Tê şerma mala xweyê xwe bî.

19 Ezê te ji berpirsiyariya te bavêjim, Ji dera ku tu lê yî te bînim xwarê.

20 “‘Wê rojê ezê gazî xulamê xwe, Gazî Êlyaqîmê kurê Hîlqiya bikim.

21 Ezê ebayê te lê bikim Û bi şûtikê te wî hêzdar bikim. Ezê serweriya te bidim destê wî, Wê li ser şêniyên Orşelîmê, Li ser Mala Cihûda bavîtiyê bike.

22 Ezê mifta Mala Dawid bidim destê wî. Ya ku ew veke wê kes negire, Ya ku ew bigire wê kes veneke.

23 Ezê wî wekî singekî konan li dereke ewle asê bikim, Wê ji bo mala bavê xwe bibe textê rûmetê.

24 Wê hemû giraniya mala bavê wî Û her kesê ji ziriyeta wî tê, Ji tasan heta ceran, Wê taximên biçûk Bi wî ve bê daleqandin.’”

25 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê wê singê ku li dera ewle hatiye asêkirin ji cihê xwe derkeve. Wê bê birîn û bikeve. Wê barê ku pê ve daleqandî ye jî tune bibe.” Çimkî Xudan wiha gotiye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan