Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 21 - Kurmanji Încîl


Pêxemberiya li dijî Babîlê

1 Peyama li ser beriya keviya deryayê: Çawa bahoz radibe û di Negevê re derbas dibe, Ewê jî, ji beriyê, ji diyarê tirsdar wisa were.

2 Ji min re dîtiniyeke dijwar hat eşkerekirin. Yê bêbext bêbextî dikir, Yê xerabkar xera dikir. Ya Elam, rabe! Ya Medya, dor lê bipêçe! Ezê dawiya hemû nalînên wê bînim.

3 Loma nava min tije êş e, Wekî êşên jina zarokan tîne, Êşan ez girtim. Ji ber tişta min bihîst, pişta min xûz e. Ji ber tişta min dît, ez pir ditirsim.

4 Hiş û aqil li serê min nema, Tirs û sawê ez bizdandim. Tariya êvarê ya ku min bêrî dikir, Ew ji bo min bû lerz.

5 Ew sifrê amade dikin, Xaliyan radixin, Dixwin û vedixwin. Serekno, rabin! Mertalan rûn bikin!

6 Çimkî Reb ji min re wiha got: “Here, çavdêrekî deyne, Bila tişta dibîne bêje.

7 Gava ew siwar, Siwarên cot bi cot, Siwarên keran, Siwarên deveyan dibîne, Bila ew bi baldarî, Gelek bi baldarî guhdar be.”

8 Çavdêr qîriya, “Ya Reb, ez hergav roj bi roj, Li ser bircê disekinim, Li cihê xwe, her şev, Ez nobedariyê dikim.

9 Va ne siwar, erebeyên şer, Siwarên cot bi cot tên.” Wî bersiv da û got: “Ket, Babîl ket! Hemû pûtên îlahên wê şikestî, Ew li erdê diman.”

10 Ya gelê min ê gêrebûyî, Ya kurê bênderê! Tiştê min ji Xudanê Karîndar, Ji Xwedayê Îsraêl bihîst, Min ji we re got.


Pêxemberiya li dijî Edomê

11 Peyama li ser Dûmayê: Yek ji Seîrê gazî min dike: Nobedaro, şev çiqas ma? Nobedaro, şev çiqas ma?

12 Nobedar bersiv da û got: “Hindik maye bibe sibe. Lê wê dîsa bibe şev. Heke hûn dixwazin, Dîsa werin bipirsin.”


Pêxemberiya li dijî Erebistanê

13 Peyama li ser Erebistanê: Ya karwanên Dedaniyan, Hûnê di nav deviyên Erebistanê de Şeva xwe biborînin.

14 Ya şêniyên welatê Têmayê, Ji kesên tî re avê bînin, Bi nên herin pêşiya filitiyan.

15 Çimkî ew ji ber şûran, Ji ber şûrên tazî, Ji ber tîrên tikandî, Ji ber giraniya şer reviyan.

16 Reb ji min re wiha got: “Tam piştî saleke wê hemû rûmeta Qêdarê biqede.

17 Wê ji tîravêjan, ji şervanên Qêdarê kêm kes sax bimînin.” Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha gotiye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan