Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 20 - Kurmanji Încîl


Ya ku hat serê Misir û Kûşê

1 Di sala serfermandarê ku ji aliyê Sargonê Padîşahê Aşûrê ve hatibû şandin û li dijî Aşdodê şer kir û stand de,

2 Xudan bi riya Îşayayê kurê Amots got: “Here çûxa pişta xwe veke û çaroxa lingê xwe derxe.” Wî wisa kir û ew tazî û pêxwas rêve çû.

3 Xudan got: “Çawa ku xulamê min Îşaya sê salan tazî û pêxwas geriya ku ji bo Misrê û Kûşê bibe nîşan û îşaret,

4 wê Padîşahê Aşûrê jî Misriyan wekî êsîran û Kûşiyan wekî sirgûnbûyî, ji ciwanan heta pîran, tazî, pêxwas û bi awayê qûntazî bide meşandin ku Misir şermezar bibe.

5 Ji ber Kûşa ku pê ewle bûn û Misra ku pê pesnê xwe didan, wê bişikên û şermezar bibin.

6 Wê rojê wê mirovên li vê keviyê rûdinin bibêjin: ‘Binêrin çi hat serê kesên em bi wan ewle bûn! Ew kesên em ji ber Padîşahê Aşûrê ji bo alîkarî û rizgarbûnê reviyan ba wan. Emê çawa bifilitin?’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan