Îşaya 17 - Kurmanji ÎncîlPêxemberiya li dijî Şamê 1 Peyama li ser Şamê: Va ye wê Şam ji holê bê rakirin, Wê bibe wêrane. 2 Wê bajarên Eroêrê vikîvala bibin. Wê bibin cihên keriyan Ku li wir mexel bin Û kesek wan sil neke. 3 Wê li Efrayîmê bajarên bisûr, Li Şamê padîşahî nemînin. Wê bermayiyên Aramê Wekî rûmeta Îsraêlê bişikên. Ev e gotina Xudanê Karîndar. 4 Wê rojê, wê rûmeta Aqûb qels bibe, Wê bezê goştê wî bihele. 5 Çawa ku pale dexil dide hev, Çawa ku bi destê xwe simbilan bidirû, Çawa ku li Deşta Refayiyan zilamek simbilan bidirû, Wê wisa be. 6 Wê tenê jibermayî bimînin. Çawa ku darzeytûn hatibe daweşandin, Wê li ser guliyên jorîn du sê heb bimînin, Wekî li ser çiqlên dara fêkiyê, Çar pênc lib bimînin. Ev e gotina Xwedayê Îsraêl Xudan. 7 Wê rojê wê mirov berê xwe bidin afiranerê xwe û çavê wan li Pîrozê Îsraêl binêrin. 8 Wê berê xwe nedin gorîgehên ku bi destên xwe çêkirine. Wê li yê ku tiliyên wan çêkiriye nenêrin. Wê ne li pûtên Aşêrayê û ne jî li gorîgehên bixûrê binêrin. 9 Wê rojê bajarên wan ên hêzdar wê bibin wek derên Hîwî û Amoriyên ku ji ber gelê Îsraêl terikandin. Wê bibin wêrane. 10 Çimkî te Xwedayê rizgariya xwe ji bîr kir, Zinarê ku te kiribû sitara xwe bi bîr neanî. Loma tu şaxên xweş datînî Û dêliyên xerîb diçînî. 11 Roja tu wan datînî ew zîl didin Û dotira rojê dikarin bûtik bidin. Lê di roja nexweşî û êşa bêderman de, Wê ber wêran bibe. 12 Heywax, xuşîna gelek miletan, Wekî xuşîna deryayê ye. Heywax, xumîna neteweyan Wekî xumîna avên boş e. 13 Netewe wekî ava rabûyî bixumin jî, Gava Xwedê erzê wan bişikêne wê dûr birevin. Wekî hûrika kaya çiyan Li ber bayê bikevin, Wekî toza gêrbûyî Li ber babelîskê bipengizin. 14 Dema êvarê, va ye tirs û saw! Beriya ku bibe sibe, tune bûn. Ev e para kesên me talan dikin, Pişka kesên me bişelînin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey