Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 16 - Kurmanji Încîl

1 Ji serwerê welêt re berxan bişînin, Ji Selayê, di riya beriyê re, Ji Çiyayê Siyona keç re bişînin.

2 Çawa çivîk baskên xwe dihejînin, Çawa ji hêlîna xwe têne belavkirin, Keçên Moavê jî wê di bihorên Arnonê de wisa bin.

3 Ew lava dikin û dibêjin: “Şîretan li me bike, Ji bo me biryarê bide. Bila wekî hênikahiya şevê, Di nava rojê de siya te li ser me be. Me qewitandiyan veşêre, Me filitiyan nede dest.

4 Bila qewitandiyên Moavê li ba te bimînin, Sitara me ji wî kesî bike ku xera dike.” Gava zordar neman û xerakirin sekinî, Gava kesên bi lingên xwe diperçiqînin ji welêt rabûn,

5 Wê di konê Dawid de Textek bi dilovanî bê xurtkirin. Wê li ser têxt kesê dilsoz rûne, Serwerê ku li heqiyê bigere Û di kirina edaletê de bilezîne.

6 Me quretiya Moavê bihîst, Xwe zêde eciband! Belê me quretî, pozbilindî û xezeba wê bihîst, Lê pesindana wê pûç û vala ye.

7 Loma wê Moavî bikin zarîn, Wê hemû ji xwe re bikin zarîn. Wê ji bo bastîqên tirî yên Qîr-Herasetê, Bi hewareke şewat şînê bikin.

8 Çimkî zeviyên Heşbonê çilmisî bûn. Mêwên Sîvmayê jî çilmisî bûn Ku çiqlên wan ên bijare Mîrên miletan ser Û digihîştin Yazêrê, Beriyê dinixamtin. Şaxê wan pehn dibûn, Golê derbas dikirin.

9 Loma ji bo mêwên Sîvmayê, Ez jî bi giriyê Yazêrê digirîm. Ya Heşbon û Êlele, Ezê te bi hêsirên çavên xwe şil bikim! Çimkî qîrîna şahiyê li ser fêkiyên havînê, Li ser dexla te ya rakirî ketiye.

10 Ji zeviya berdar, kêf û şahî hatin rakirin. Ji rezan ne dengê stranan, Ne qîrîna şahiyan, Ne jî kesên li mehseran tirî diguvêşin man. Min dawiya şahiya wan anî.

11 Loma kezeba min ji bo Moavê, Hinavê min ji bo Qîr-Herasetê wekî çengê dinale.

12 Wê Moav hilkişe Bilindciyê perizînê xwe biwestîne, Ji bo duakirinê bikeve pîrozgehê. Lê hemû pûç û vala ye!

13 Ev e gotina Xudan ku ji berê ve li ser Moavê gotiye.

14 Lê niha Xudan dibêje: “Tam piştî sê salan, wê rûmeta Moavê, tevî hemû qelebalixa wê ya mezin rezîl bibe. Kêm kesên saxmayî jî, wê bêhêz bibin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan