Îşaya 14 - Kurmanji Încîl1 Çimkî wê Xudan li ber Aqûb bikeve. Wê cardin Îsraêl hilbijêre Û wan li ser axa wan bi cih bike. Wê xerîb bi wan re bibin yek Û bi Mala Aqûb ve bên girêdan. 2 Wê gel Mala Îsraêl hildin Û bînin cihê wê. Paşê Mala Îsraêl wê wan ji xwe re, Li ser axa Xudan bikin xulam û xadim. Wê kesên ew sirgûn kiribûn, sirgûn bikin, Wê li ser zordarên xwe, serwerî bikin. 3 Di roja ku Xudan tu ji êş, derd û koletiya giran derxist û rihetî da te, 4 tê tinazên xwe bi Padîşahê Babîlê bikî û bêjî: “Dawiya yê zalim çawa hat! Dawiya zordariyê çawa hat!” 5 Xudan gopalê xeraban, Darê serweran şikand. 6 Ew gopalê ku wî bi xezeb li miletan xist, Bi lêxistinên bêdawî. Ew gopalê ku bi hêrs û zilma bênavber, Li ser miletan bû serwer. 7 Tevahiya dinya aram û rihet bû, Bi şahî kir qîrîn. 8 Ji ber helakbûna te çam şa dibin, Darên sedrê yên Lubnanê jî dibêjin: “Ji roja ketina te ve, Êdî tu kes nayê me nabire.” 9 Ji bo pêşwaziya te bike, Diyarê miriyan ji bêsebriyê diheje. Hatina te hemû mezinên mirî yên berê Kelecanî dike. Hatina te hemû padîşahên miletan Ji ser textên wan radike. 10 Wê hemû ji te re bêjin: “Ma tu jî wekî me qels bûyî? Tu bûyî wekî me!” 11 Quretiya te tevî dengê tembûrên te, Avêtin diyarê miriyan. Kurmik li binê te bûne nivîn, Kurm li ser te bûne lihêf. 12 Ya stêra birqok, kurê seherê, Tu çawa ji ezmanan ketî! Te milet têk birin, Lê tu hatî jêkirin û li erdê ketî! 13 Te di dilê xwe de digot: “Ezê rabim ezmanan, Ezê textê xwe deynim ser stêrên Xwedê. Ezê li çiyayê dîwana îlahan, Li bilindahiya Safonê rûnim. 14 Ezê hilkişim serê bilindahiya ewran, Ezê xwe bikim mîna Xwedayê Herî Berz.” 15 Lê tê bikevî diyarê miriyan, Heta çala kûr a mirinê. 16 Kesên te dibînin Wê çavên xwe ji ser te nedin alî. Li ser te bifikirin û bêjin: “Kesê ku dinya dihejand, Padîşahî dilerizand, 17 Rûyê erdê kir berî, Bajarên dinyayê hilweşandin Û nehişt dîl herin malên xwe, ev kes e?” 18 Tevahiya padîşahên miletan, Her yek tevî rûmeta xwe, Di gora xwe de radize. 19 Lê tu wek çiqlekî kirêt, Ji gora xwe hatî avêtin. Kuştî ser te dinixêmin Ku bi şûr birîndar bûne Û heta kevirên binê çala mirinê ketine. Tu bûyî wekî cendekê Di bin lingan de tê perçiqandin. 20 Tê bi wan re neyî veşartin. Çimkî te welatê xwe wêran kir, Gelê xwe bi xwe kuşt. Wê ziriyeta kesên xerabî dikin, Her û her neyê bibîranîn. 21 Ji ber neheqiya bav û kalên wî, Ji bo serjêkirina kurên Padîşahê Babîlê Cihekê ava bikin ku qet ranebin, Welat ji xwe re nekin milk Û rûyê erdê bi bajaran tije nekin. 22 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Ezê bi ser wan ve herim. Ezê ji Babîlê, navê wan, kesên saxmayî, hemû binemal û ziriyetan ji holê rakim.” Ev e gotina Xudan. 23 “Ezê Babîlê bikim mal û milkê kundan û ritamê. Ezê wê bi gezika helakirinê bimalim.” Ev e gotina Xudanê Karîndar. Pêxemberiya li dijî Aşûrê 24 Xudanê Karîndar sond xwar û got: “Ez çawa fikirîbim wê wisa be, Min çawa pîlan kiribe wê pêk bê. 25 Ezê li welatê xwe Aşûriyan bişikênim, Li çiyayên xwe wan di bin lingan de biperçiqînim. Wê nîrê wan ji ser gelê min rabe, Barê wan ji ser pişta wan rabe. 26 Ev e pergala li dijî hemû dinyayê hat pîlankirin, Ev e destê li dijî hemû miletan dirêjkirî. 27 Xudanê Karîndar ev pîlan kir, Kî dikare xera bike? Destê wî dirêj bûye, Kî dikare bi paşve bikişîne?” Pêxemberiya li dijî Filîstiyan 28 Sala ku Ahazê Padîşah mir, ev peyam hat: 29 “Gelî Filîstîno! Ji ber darê li we dixist şikest Qet şa nebin! Çimkî ji koka mar, Wê koremar derkeve. Rawê wî jî tîremar be. 30 Wê kurê pêşî yê belengazan têr bibe, Yê hejar di ewlehiyê de razê. Lê ezê koka te bi xelayê bikujim, Wê bermayiyên te bên kuştin. 31 De bizare dergeho! De biqîre bajaro! Filîstîno, hûn tev bihelin! Çimkî ji bakur dû bilind dibe Û di nav leşkerên wir de serberdayî tuneye. 32 Bersiveke ji qasidên wî miletî re çawa be? Wê bêjin: ‘Xudan bingeha Siyonê danî, Wê bindestên gelê wî li wê derê bisitirin.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey