Îşaya 13 - Kurmanji ÎncîlPêxemberiya li dijî Babîlê 1 Peyama li ser Babîlê ya ku Îşayayê kurê Amots dît: 2 Li ser çiyayê rût alekê biçikînin, Bi dengê bilind gazî wan bikin. Destê xwe ji wan re bihejînin Ku di dergehên mîran re bikevin hundir. 3 Min ferman da hilbijartiyên xwe, Gazî mêrxasên xwe kir Ku bi berziya min dipesinin. Min xwest ku hêrsa min pêk bînin. 4 Guhdar bin! Ji çiyayan dengekî pir zêde, Qelebalixeke mezin tê. Guhdar bin! Dengê heytehola padîşahiyan, Dengê miletên li ser hev kom dibin heye. Xudanê Karîndar artêşa xwe ji şer re amade dike. 5 Xudan û çekên xezeba wî Ji diyarekî dûr, Ji binê ezmanan tên Ku tevahiya welêt xera bikin. 6 Bikin zarîn! Çimkî roja Xudan nêzîk e. Wê ew roj ji Yê Karîndar, Wekî hilweşînekê bê. 7 Loma wê hemû dest sist bibin Û dilê her mirovî bihele. 8 Wê gelekî bitirsin. Wê êş û nexweşî bi wan bigire, Wê wekî jina zarok tîne êşê bikişînin. Wê şaş û metel li hev binêrin Û reng û rûçik li wan nemîne. 9 Va ye roja Xudan tê! Roja xedar, roja bi xezeb û hêrsa dijwar tê Ku welatan wêran bike Û gunehkarên wan helak bike. 10 Çimkî wê stêrên ezmanan Û komên wan nebiriqin. Gava roj derkeve wê tarî be, Heyv jî ronahiya xwe nede. 11 Ezê dinyayê ji ber xerabiya wê, Xeraban ji ber neheqiya wan ceza bikim. Ezê dawiya pozbilindiya qureyan bînim, Ezê quretiya zordaran nizim bikim. 12 Ezê mirovan ji zêrê xas, Însanan ji zêrê Ofîrê kêmtir bikim. 13 Ezê ezmanan bihejînim, Wê dinya jî, ji cihê xwe bileqe, Di xezeba Xudanê Karîndar de, Di roja hêrsa min a dijwar de. 14 Wekî xezala tê nêçîrkirin, Wekî miyên tu kes wan bide hev tuneye, Wê herkes berê xwe bide gelê xwe, Wê herkes bireve welatê xwe. 15 Herçî kesê bê peydakirin, Wê bi riman bê qulkirin. Herçî kesê bê girtin, Wê bê şûrkirin. 16 Wê zarokên wan li ber çavê wan, Li erdê bixin û perçe bikin. Wê malên wan bêne talankirin Û wê li jinên wan bêne tecawizkirin. 17 Va ye ezê Medan li dijî wan rakim Ku li gorî wan zîv ne bi qedir e Û dilê wan bi zêr şa nabe. 18 Wê tîrên wan xortan li erdê bixin û perçe bikin. Wê li berê zikê dayikê neyên rehmê, Ne jî li ber zarokan bikevin. 19 Çawa hatiye serê Sodom û Gomorayê, Gava wî ew serobino kirin, Wê wisa jî were serê Babîla gula padîşahiyan Û rûmet û serbilindiya Kildaniyan. 20 Wê êdî tu kes tê de nemîne, Ji nifşan heta nifşan nebe warê rûniştinê. Wê Ereb li wir konê xwe venedin, Şivan keriyên xwe li wir mexel nekin. 21 Wê heywanên çolê li wir razên, Xaniyên wan bi çeqelan tije bibin. Wê kund wê derê ji xwe re bikin war, Nêrî li wê derê bi hev bileyizin. 22 Wê keftar li kelehên wê, Çeqel li qesrên wê yên xweş bikin zûrin û kastekast. Dema wê nêzîk bûye, Wê rojên wê neyên dirêjkirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey