Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 12 - Kurmanji Încîl

1 Gelê Îsraêl, tê wê rojê bêjî: “Ya Xudan, ez ji te re spasdar im. Tu li min hêrs bibûyî, Lê hêrsa te daket Û te ez teselî kirim.

2 Xwedê esse rizgariya min e, Ezê pê ewle bim û netirsim. Çimkî Xudan hêz û lavija min e, Ew ji bo min bû rizgarî.”

3 Hûnê ji bîrên xilasiyê, Bi şahî avê bikişînin.

4 Wê rojê hûnê bêjin: “Şikir ji Xudan re bikin, Gazî navê wî bikin. Di nav gelan de bidin bihîstin karên wî, Bînin bîra wan ku navê wî mezin e.

5 Ji Xudan re lavijan bêjin, Çimkî wî karên bi heşmet kirin. Bila tevahiya dinya vê yekê bizanibe.

6 Ya xelkê Siyonê biqîre û şa be! Çimkî Pîrozê Îsraêl ê nav we mezin e.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan