Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 11 - Kurmanji Încîl


Hêviya aştiyê

1 Wê ji qurmê Yêşa şax bavêje, Ji koka wî çiqlek fêkî bide.

2 Wê Ruhê Xudan, Ruhê şehrezabûn û fêmdariyê, Ruhê şîret û hêzdariyê, Ruhê zanîn û tirsa Xudan li ser wî be.

3 Wê bi tirsa Xudan şa bibe. Wê li gorî dîtina çavê xwe dadbar neke Û li gorî bihîstina guhê xwe biryarê nede.

4 Wê bi edaletê belengazan dadbar bike, Ji bo bindestên welêt bi wekhevî biryarê bide. Wê bi gopalê devê xwe li dinyayê bixe, Bi hilma lêvên xwe xeraban bikuje.

5 Wê piştênka pişta wî edalet, Kembera nava wî dilsozî be.

6 Wê gur û mî bi hev re bijîn, Piling jî bi berxikê re razê. Wê golik, şêrê ciwan û gayê dermalekirî bi hev re bin, Zarokekî biçûk jî şivantiya wan bike.

7 Wê hirç tevî çêlekê biçêre, Têjikên wan jî bi hev re razên, Wê şêr wekî conegê ka bixwe.

8 Wê zarokê berşîr li ser qula marê reş bileyize, Zarokê ji şîr vekirî, destê xwe bixe qula marê kor.

9 Wê tu kes li ser tevahiya çiyayê min ê pîroz, Xisarê nede û wêran neke. Çimkî çawa av deryayan tije dike, Dinya jî wê bi zanîna Xudan tije bibe.


Wê sirgûnkirî vegerin

10 Wê rojê, wê koka Yêşa wekî alekê gelan bisekine. Wê milet lê bigerin û cihê wî birûmet be.

11 Wê rojê, wê Reb careke din destê xwe dirêj bike ku bermayiyên gelê xwe ji Aşûr, Misir, Patros, Kûş, Elam, Şînar, Hama û keviyên deryayan vegerîne.

12 Wê ji bo miletan alekê biçikîne, Wê sirgûnên gelê Îsraêl bide hev. Wê mirovên Cihûdayî yên ku belav bûne, Ji çar aliyên dinyayê berhev bike.

13 Wê Efrayîm dexesiya Cihûda neke, Kesên Cihûdayê ditengijînin bên avêtin. Wê Efrayîm ji Cihûdayê nedexise Û Cihûda Efrayîmê netengijîne.

14 Wê herdu li rojava êrîşê Filîstiyan bikin Û bi hev re gelên rojhilat talan bikin. Wê dest deynin ser erdê Edom û Moavê, Wê Emmonî jî bi ya wan bikin.

15 Wê Xudan Kendava Suweyşa Misrê Bi tevahî biçikîne. Wê destê xwe bi bayê şewatê Li ser Çemê Feratê bihejîne. Wê lê bixe û di nav heft newalan de parve bike Ku mirov bi çaroxan tê re derbas bibin.

16 Wekî roja ku ji welatê Misrê derketin, Ji bo Îsraêl riyek hebû, Ji bo bermayiyên gelê Xwedê yê li Aşûrê jî Wê riyeke mezin hebe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan