Îşaya 1 - Kurmanji Încîl1 Dîtiniya ku Îşayayê kurê Amots di rojên Ûzziya, Yotam, Ahaz û Hîzqiyayê Padîşahên Cihûdayê de li ser Cihûda û Orşelîmê dît. Xerabiyên Cihûdayê 2 Ezmano, bibihîze! Erdo, guh bide! Çimkî Xudan got: “Min kur mezin û xweyî kirin, Lê wan serî rakir li ber min. 3 Ga xweyê xwe dizane, Ker jî afirê xweyê xwe. Lê Îsraêl nizane, Gelê min fêm nake.” 4 Wey li wî miletê guneh dike, Gelê neheqî li xwe barkirî, Ziriyeta xerabkaran, Zarokên xerabûyî! Wan dev ji Xudan berda Û Pîrozê Îsraêl kêm dît. Wan pişta xwe danê. 5 Çima hûn dixwazin dîsa lêdan bixwin? Çima hûn serî hildidin? Serî bi tevahî nexweş, Dil bi tevahî xayîs e. 6 Ji binê piyan Heta serî siheta we nemaye. Tenê derb, birînên kevin û nû hene. Hemû birînên we jî Nepaqijkirî, nepêçayî, nerûnkirî ne. 7 Welatê we wêran bûye, Bajarên we şewitî ne. Li ber çavê we, Xerîb axa we dixwin. Çawa ku xerîban serobino kiribin, Welat wisa wêran bûbû. 8 Siyona keç Wekî holika nav rez, Çardaxa nav bostanê xiyaran Û bajarekî dorpêçkirî maye. 9 Heke Xudanê Karîndar, Hinek ji me sax nehişta, Emê bibûna wekî Sodomê, Emê bibûna mîna Gomorayê. 10 Ya serwerên Sodomê, Gotina Xudan bibihîzin! Ya gelê Gomorayê, Guh bidin Şerîeta Xwedayê me! 11 Xudan dibêje: “Min çi ji zêdebûna qurbanên we ye? Ez ji qurbanên şewitandinê yê beranan Û ji bezê golikên dermalekirî têr bûme. Xwîna conega, berx û nêriyan ne bi dilê min in. 12 Gava hûn hatin pêşberî min, Kî ev ji destê we xwest? Êdî pê li hewşên min nekin. 13 Êdî pêşkêşiyên vala neyînin, Bixûr ji bo min kirêt e. Êdî ez gazîkirina civînên Heyva Nû û Roja Septê, Civînên we yên mezin ranagirim. 14 Ez ji Heyva Nû û hemû cejnên we yên din nefret dikim. Ew li ser pişta min bûn bar, Ez westiyam ji hilgirtina wan. 15 “Gava hûn destên xwe vekin, Ezê çavê xwe ji we bidim alî. Hûn çiqas jî dua bikin, Ezê guhdarî nekim. Hûn destbixwîn in. 16 Xwe bişon û paqij bikin, Ji ber çavê min xerabîkirinê rakin, Dawî li xerabiyê bînin. 17 Hînî qenciyê bibin, Li heqiyê bigerin, Bînin rê zordestan. Biparêzin mafê sêwiyan, Binêrin li doza jinebiyan.” 18 Xudan dibêje: “Niha werin em li doza xwe binêrin. Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, Wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, Wê wekî hiriyê spî bibin. 19 Heke hûn dilxwaz û guhdar bin, Hûnê berê herî baş ê welêt bixwin. 20 Lê hûn nexwazin û serî rakin, Wê şûr we bixwe û biqedîne.” Çimkî devê Xudan wiha gotiye. Bajarê gunehkar 21 Ma bajarê dilsoziyê çawa bû fahîşe! Ew bajarê ku bi edaletê tije bû. Berê rastî lê dima, Niha kujer! 22 Zîvê te bû çanc, Şeraba te av tevlêkirî. 23 Serekên te serhildêr, Bûne hevparên dizan. Tev ji bertîlê hez dikin, Dane pey diyariyan. Mafê sêwiyan nadin, Nakin doza jinebiyan. 24 Loma gotina Reb Xudanê Karîndar, Hêzdarê Îsraêl ev e: “Ox, ezê ji neyarên xwe rihet bibim! Ezê heyfa xwe ji dijminên xwe bistînim. 25 Wê destê min li dijî te bizivire. Ezê çanca te bi tevahî paqij bikim, Hemû qirêjiya te bavêjim. 26 Ezê serdarên te dîsa bikim mîna yên berê, Ezê şêwirmendên te bikim kesên destpêkê. Piştre wê ji bo te bêjin: ‘Bajarê Edaletê, Bajarê Dilsoziyê.’” 27 Wê Siyon bi heqiyê, Tobedarên wê bi edaletê rizgar bibin. 28 Lê wê şikestina serhildêr û gunehkaran bi hev re bê, Kesên dev ji Xudan berdane wê tune bibin. 29 Wê ji darberûyên ku li binê wan şa bûn şerm bikin, Ji bexçeyên hilbijartine rûyê wan sor bibin. 30 Çimkî hûnê bibin wek darberûya pelçilmisî, Mîna bexçeyê bêav. 31 Wê zilamê hêzdar bibe wekî pûş Û karên wî bibe mîna çirûsk. Wê herdu bi hev re bişewitin û wê kes netefîne. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey