Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îbranî 3 - Kurmanji Încîl


Mûsa Xizmetkar e, Mesîh Kur e

1 Ji ber vê yekê, ey birayên pîroz û hevparên gazîkirina ezmanî, bala xwe bidin Îsayê ku Şandî û Serokkahînê şahidiya me ye.

2 Wek ku Mûsa ji tevahiya mala Xwedê re dilsoz bû, Îsa ji yê ku ew daniye ser kar re dilsoz e.

3 Ka çawa siyaneta yê ku xanî ava kiriye di ser ya xênî re ye, wisa jî Îsa ji Mûsa bêtir hêjayî rûmeta mezin hat dîtin.

4 Çimkî her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye.

5 Rast e, Mûsa, ji bo şahidiya wan tiştan bike, ku wê piştre bihatana gotin, di tevahiya mala Xwedê de wek xizmetkarekî dilsoz bû.

6 Lê Mesîh bi Kurîtî li ser mala Xwedê dilsoz bû. Û eger em cesareta xwe û pesindana ku ji hêviya me tê hişk bigirin, mala wî em in.


Hişyarkirina li hember Bêbaweriyê

7 Loma, wek ku Ruhê Pîroz dibêje: «Eger îro hûn dengê wî bibihîzin,

8 Dilê xwe hişk nekin, Wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan Gava ku li çolê hatibûn ceribandin,

9 Li wir bav û kalên we ez ceribandim û sihêtî kirim Bi ser ku çil salan kirinên min dîtin.

10 Ji ber vê yekê ez ji wî nifşî xeyidîm. Û min got: ‹Ew hergav di dil de varî dibin.› Û wan riyên min nezanîn.

11 Wek ku min di hêrsa xwe de sond xwar: Ew tu caran nakevin rihetiya min.»

12 Birano, hay ji xwe hebin ku bi tu kesî ji we re dilekî xerab û bêbawer ê ku we ji Xwedayê jîndar bizivirîne, peyda nebe.

13 Lê belê heta roja ku jê re dibêjin «îro» heye, her roj hevdû bişidînin, da ku dilê tu kesî ji we bi xapandina guneh hişk nebe.

14 Çimkî em bûne hevparên Mesîh, lê bi tenê em ewlehiya xwe ya destpêkê heta dawiyê hişk bigirin.

15 Çawa ku hatiye gotin: «Eger îro hûn dengê wî bibihîzin Dilê xwe hişk nekin wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan.»

16 Îcar ew kî bûn, ku bihîstin û serî hildan? Ma ne ew hemû bûn ên ku bi rêberiya Mûsa ji Misrê derketin?

17 Û Xwedê çil salan ji kê xeyidî? Ma ne ji wan ên ku guneh kirin û bedena wan li çolê ket?

18 Û ji neguhdaran pê ve, ma Xwedê ji bo kê sond xwar ku ew nekevin rihetiya wî?

19 Îcar em dibînin ku wan ji ber bêbaweriya xwe nekarîn bikevinê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan