Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Hoşêya 9 - Kurmanji Încîl


Gelê Îsraêl tê cezakirin

1 Ya Îsraêl, şa nebe! Wek gelên din kêfxweş nebe! Ji ber ku te bêbextî li Xwedayê xwe kir, Te zina kir. Di tevahiya bênderên dexlan de, Te ji destmiza fahîşeyan hez kir.

2 Wê bênder û mehsere gel têr nekin, Hêviya şeraba nû wê vala derkeve.

3 Wê li diyarê Xudan nemînin, Wê Efrayîm vegere Misrê Û wê li Aşûrê xwarina nepak bixwin.

4 Wê pêşkêşiyên şerabê ji Xudan re nerijînin, Wê qurbanên wan wî razî nekin. Pêşkêşiyên wan bibe wek nanê şînê Ku kesê bixwe nepak bibe. Wê nanê wan tenê zikê wan têr bike; Ew nan wê nekeve Mala Xudan.

5 Hûnê di roja cejnê de, Di roja cejna Xudan de çi bikin?

6 Çimkî heke ji ber helakê birevin û xilas jî bibin, Wê Misir wan bide hev, Wê Memfîs wan binax bike. Tiştên wan ên zîv ên binirx, Wê bibin ên giyayê gezgezkê, Wê di konên wan de dirî şîn bibin.

7 Rojên cezakirinê hatin, Rojên hesabkirinê hatin, Bila Îsraêl vê bizanibe! Lê ji ber zêdebûna sûcê te Ji ber mezinahiya dijminatiya te, Li gorî we pêxember ehmeq, Mirovê ruhanî jî dîn e!

8 Ji bo Xwedê, pêxember nobedarê Efrayîm e. Lê li seranserê riyên wî dafik hene, Li Mala Xwedayê wî jî dijminatî heye!

9 Wek di rojên Gîvayê de, Her ku çû dilê wan xerabtir bû. Xwedê wê neheqiyên wan bi bîr bîne, Cezayê gunehên wan bide.

10 “Min Îsraêl li çolê wek weşiyeke tirî dît, Bav û kalên we wekî berê pêşî yê darhejîrê dît. Lê ew hatin Baal-Peorê û xwe spartin tiştê şermê, Bi qasî tiştê ku jê hez dikirin kirêt bûn.

11 Loma rûmeta Efrayîm wê wek çivîkekê bifire û here, Wê ne zarokanîn, ne bizarobûn, Ne jî bizaromayîn hebe.

12 Heke zarokên xwe mezin jî bikin, Ezê wan bêzarok bihêlim Ku kesek nemîne. Wey li wan kesan Ku ez wan biterikînim!

13 Demekê min Efrayîm dît, Ew wek Bajarê Sûrê bû Ku li mêrga xweş hatiye danîn. Lê niha divê Efrayîm zarokên xwe bajo ber mêrkujan.”

14 Ya Xudan, tiştê ku tê bidî wan bide! Zikên ku zarok jê diçin, Pêsîrên ji şîr ketî bide.

15 “Tevahiya xerabiyên wan li Gîlgalê destpê kir. Loma min li wê derê ji wan nefret kir. Ji ber xerabiya karên wan Ezê wan ji mala xwe bavêjim. Êdî ezê ji wan hez nekim, Tevahiya serekên wan serhildêr in.

16 Li Efrayîm hat xistin. Koka wan ziwa bû, Wê êdî ber nedin. Heke ew zarokan bînin dinyayê jî, Ezê berê zikê wan ê delal bikujim.”

17 Xwedayê min wê wan red bike, Çimkî guh nedan wî. Wê di nav miletan de Wek ewareyan bigerin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan