Hoşêya 7 - Kurmanji Încîl1 “Kengê min xwest şifayê bidim Îsraêl, Sûcên Efrayîm, Xerabiyên Sameryayê derdikevin meydanê. Ew hîle dikin. Diz dikevin malan, Li derve komên rêbiran şelandinê dikin. 2 Lê ew nafikirin, Ez tevahiya xerabiyên wan tînim bîra xwe. Gunehên wan ew dorpêç kirine, Va ye li ber çavê min in. 3 “Padîşah bi xerabiyên xwe, Serekan bi derewên xwe dilşa dikin. 4 Hemû zinakar in. Dilê wan wek tenûra nanpêj disincire; Ewqas gur û geş e ku heta hevîr bistre û tirş bibe, Hewce nake nanpêj tenûrê tev bide. 5 Di roja şahiya padîşahê me de, Serek xwe ji ber dijwariya şerabê nexweş kirin. Padîşah jî dest da tinazkaran. 6 Bi fen û fûtên xwe, Dilê xwe wek tenûrê amade dikin. Hêrsa wan tevahiya şevê didome. Gava dibe serê sibê, Wek pêta êgir geş dibe. 7 Hemû wekî tenûra sincirî ne, Ew serekên xwe dadiqurtînin û dixwin. Tevahiya padîşahên wan ketin, Di nav wan de kesekî ku gazî min bike tuneye. 8 “Efrayîm tevli gelên din dibe, Ew bû mîna nanê nîvpehtî. 9 Hêza wê xerîban xwar, Lê ew nizane. Por lê spî bû, Lê ew nizane. 10 Quretiya Îsraêl şahidiyê lê dike. Lê tevî ku wisa ye jî, Li Xwedayê xwe Xudan venegeriyan, Ew lê negeriyan. 11 “Efrayîm wekî kevokeke sexik û bêaqil e; Ew gazî Misrê dikin, Ew diçin Aşûrê. 12 Gava ew herin, Ezê tora xwe bavêjim ser wan. Ezê mîna teyrên ezmanan wan daxim jêr; Her wekî ji komên wan re hatiye ragihandin, Ezê wan bînim rê. 13 Wey li wan! Çimkî ew ji min dûr ketin. Hilweşandin ji wan re! Çimkî wan bêbextî li min kir. Ez dixwazim wan rizgar bikim, Lê wan derew li min kir. 14 Ji dil lavayî min nekirin, Lê li ser nivînên xwe dizarin. Ji bo dexil û şeraba nû Xwe bi kêran birîndar dikin, Pişta xwe didin min. 15 Min ew perwerde kirin, Hêz da zendên wan, Lê ew fen û fûtan li min dikin. 16 Vedigerin, Lê ne ber bi Yê Berz ve; Ew wek kevanê bêkêr bûn. Ji ber hêrsa zimanê wan, Wê serekên wan bi şûran bikevin. Wê ev tişt li welatê Misrê, Bibin sedema tinazan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey